Li Baxozê exlaq û wîjdan bi ser dikeve 2019-03-15 11:53:37   Çeteyên DAÎŞ'ê li Bakurê Sûriyeyê bi dehan teqîn pêk anîn û bi hezaran jin bûn qurbanê êrîşên wan. Îro bi destên şervanên YPJ/QSD'ê jinû zarokên ku di encama van êrîşana da zirar dîtine tên dermankirin. Li Baxozê exlaq û wîjdan bi ser dikeve.   Sorgul Şêxo   Çeteyên DAÎŞ'ê ku di sala 2014'an de li Şengalê dest bi êrîşên xwe yên li dijî mirovahiyê kirin, zarokên li ber pêsîra dayikan kuştin. Di heman demê de bi hezaran jinên Şengalê tevî zarokên wan revandin û li bazaran wekî amûrê xenîmetê firotin.  Çeteyên DAÎŞ' ê jinên Şengalê û bi hezaran jinên welatê din da ku rêxsitina xwe mezin bike, wekî kole bi kar tanîn. Di pêngava herî dawî ya tunekirina DAÎŞ'ê de êdî wicdan û ehlaq bi ser dikeve.    Heman Çeteyên ku îro li Baxozê di herêmeke biçûk de ji aliyê hêzên QSD' ê ve hatine dorpêçkirin, li Bakurê Sûriyeyê bi dehan teqîn pêk anîn û bi hezaran zarokên ku li hêviya pêşerojeke ronî bûn qetil kirin. Niha bi destên şervanên jin çete tên tunekirin û siberojek ronî ji bo zarokan tê avakirin. Bi hezaran jinên ku ketibûn destên çeteyan ji aliyê şervanên jin ve tên rizgarkirin. Ev serkeftinek dîrokî ye. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir bi hezaran jin firotin, tecawizî wan kirin û ew wekî kole bi kar anî. Lê niha malbatên çeteyan ji aliyê hêzên QSD'ê bi awayekî mirovane tên pêşwazîkirin, tên dermankirin. Ev nîşaneya tevgera mirovahiyê ya hêzên QSD'ê ne. Şervanên ku bi felsefeya Abdullah Ocalan hatine perwerdekirin niha dersa mirovatiyê dide dijmin.