Jinê ciwan yên ji binçavkirin, tacîz û tecawizê re nobedariyê nakin 2019-02-23 09:16:42   “Ş.A ya 16 salî bi hemû zarokatiya xwe li şûna kesên divê şerm bike, şermnekirin wek parastina cewherî fêrî me kir. Û 20 sal şûnde Merveyê pîroz dikim. Ji ber ku bi sekna xwe ya li dijî tacîzê, li ser navê hemû jinan parastina cewherî kiriye. Ez niha dipirsim; Ev nobedariya we ya çendan e?”   Ayşe Gokkan   Merveyê pîroz dikim. Dema hatiye binçavkirin bi sekna xwe ya li dijî tacîzê li ser navê hemû jinan parastinek cewherî ya mezin kiriye. Ez daxuyaniya emniyetê şermerzar dikim. Ji bo jinên li dijî tacîzê xwe rêxistin kirine û ev wek parastina cewherî bi biryar kirine, re serkeft in. Ev nobedariya we ya çenda ne?Ez hemû lekeyên reş rêz nekim jî ez dikarim ên piştî çaryekek din wê dubare bikin, bêjim. Di 1993’an de Ş.a ya 16 salî li Qerekola Cendermeyan a Mêrdîn-Dêrikê hat tecawizkirin û di doza wê de ji 405 kesên berpirs û ji windakirina 52 kesên di binçavan de berpirs, Musa Çîtîl, di 2017’an der derxistin merciya korgeneraliyê û anîn ser Fermandariya Giştî ya Cendermeyan a Amedê. Ş.A ya 16 salî gotibû “Berê ez pir ditirsiyam. Piştre min got ji ber tiştên hatine serê min ez ne sûcdar im. Tiştekî ez jê şerm bikim tune ye.” Ş.A bi hemû zarokatiya xwe li şûna kesên şerm bikin, neşermkirin wek parastina cewherî fêrî me kir. 20 sal şûnde li navenda Enqereyê Merve li ber rayagiştî rastî tacîza polîs tê. Merve dibêje; Şerma di encama çalakiya wî ya bêheysiyet derketiye holê teqez aydê wî ye. Bi tu awayî ne aydê min e. Ne aydê jinan e. Em ji kolanan xwe nakşînin. Jin divê teqez mîsyona şermê ya li wan tê barkirin, red bikin. Ez jî red dikim.”   Wê rojê Musa Çîtîl got;”Min peywirên qanûnî yên dewleta min daye min pêk aniye. Ji ber ferzkirina têkoşîna bi terorê re.” Lê berxwedana Ş.a ya di wê temenê zarokatiyê de ew li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê mahkum kir. Îro Midûrê Emniyeta Enqereyê jî dibêje ew di çarçoveya qanûnî de tev geriyane. Ev jî têr nake tehdîdên xwe didomînin.    Roja Merve rastî tacîza polîsan hat li Amedê Konferansa Jinên Ciwan a HDP’ê li Amedê pêk hat. Li ber avahiya HDP’ê vê carê dorpêçek awarte hebû. Jinên ciwan bi seknek bi biryar herikîn. Grevên birçîbûnê silav kirin. Dewlet wisa tirsiya ku, gel ji otobusên şaredariyê derxistin derve, dan ber talîmata akrep û TOMA’yan li ber avahiya HDP’ê rêz kirin. Encamnameya wan jî ji bo Musta Çîtîl û tacîzkarên Merveyê wek bersivekê bû. Biryarên wan wek herikînek jiyanê rêz dibûn.