Jin jiyan e 2019-02-09 09:33:51   Gelo çi qewimî ku ev rola pîroz lawaz ket û bi demê re ji holê rabû, yan jî çi hat serê mirovahiyê ku terka nirxên pîroz kir û da dû hêzperestiyê? Bingeha mijara jîn û jiyanê, îro ev e.  Lewma di navbera civaka xweser-demokratîk û îktidara tehekumker de, dijberiyên sereke hene.    Sultan Yaray   Kesên ku dîroka jinê xwendibe û zanibe ku jin çiqas pîroz e û zanibe ku jinê ji bo hebûna mirovahiyê û parastina xwezayê çi ked û tekoşîn daye ew ê wateya peyva,''jin jiyan e'' bêtir fêm bike. Jin jiyan e, wekhevî ye, xweza ye, bereket e, rahmet û rûmet e. Mijara jinê, bi qeysa ‘wateya jiyanê’ kûr û fireh e. Em ê îro behsa dîroka jinê bikin ku bê ka jin, ji kîjan astê, ber bi kîjan astê ve çûye.    Di serdemekê de, 5-6 hezar sal berê, jiyan di pêşengiya jinê de dihat ristandin, dihat teşekirin û birêvebirin. Pêşenga jiyana komînal û civakî, jin bû. Nirxên jinê, yanî afirîneriya komî û hevgirtina mirovî,  bingeha jiyana wê serdemê bû. Hilberîn, xweparastin û teşegirtina jiyana komunal, bi nirxên jinê dihat honandin. Asta wekhev, keda wekhev û rêvebirina wekhev, stûnên bingehîn bûn. Gelo çi qewimî ku ev rola pîroz lawaz ket û bi demê re ji holê rabû, yan jî çi hat serê mirovahiyê ku terka nirxên pîroz kir û da dû hêzperestiyê? Bingeha mijara jîn û jiyanê, îro ev e. Lewma di navbera civaka xweser-demokratîk û îktidara tehekumker de, dijberiyên sereke hene. Di feraseta jinê de, desthilatdarî û hegemonya tune ye. Di rêya domandina jiyana komînal de, xweparastin, xwerêxistinkirin û xwebirêvebirina komî û civakî heye. Vê ferasetê civak gihand wê astê ku ji peywendiyên xwe bêtir, amûr û berhemên hilberînê bidest xist, her wiha bingeha çandiniyê danî. Mêrê zexel û hegomonîk, carinan bi zilm û zordestiyê, carinan bi olê, car caran jî bi hezkirinek ku ji bilî derew û xapandinê tu tiştekî din tê de  nîne jin ji xwe re kiriye kole û ji asta xwedawendiyê daxistiye asta koletiyê. Di modernîteya kapîtalîst de kiriye amûr û bireser.    Jina Kurd li dijî zalim û serdestan, li dijî mêrên hegemonîk û li dijî tacîz û tecawiza xwezayê û jinê, têkoşînê  dide. Divê di serî de hevalên me yên ku di saziyên me de cih digirin dîroka jinê baş zanibin ku xwe ji vê feraseta feodal rizgar bikin. Dema em piratîk û teoriya wan muqayese dikin gelek kêmasiyên wan derdikevin holê. Gelo hevalên me çiqasî dikarin xwe rexne bikin û rexnedayîna xwe bidin? Ne giş lê mixabin gelek hevalên me, hê jî berxwedêrî û kesayeta jinên kurd fêm nekirine, an jî nayê hesabê wan ku fêm bikin. Sistema dagirker di zindanan de, ji bo îradeya jinên berxwedêr bişkînin  pêsîrê wan jê kirine; lê belê wan îradeya xwe teslîm nekirine. Bûne Bêrîtan, ji bo nekevin destê serdestan  xwe di zinaran de werkirine. Bûne Rahşan agir bi bedena xwe xistine, bûne  Arîn ji bo  welatê xwe canê xwe feda kirine. Ji rojê re bûne heval û rêheval. Jina Kurd, li cîhanê bûye sembola  berxwedanê û dîroka jinê ji nû ve dinivîsîne. Jin jiyan e, jin şoreş e!