Raperîn û serhildana gelan dê li hember koletiyê bi ser bikeve 2019-02-06 09:08:09   Tiştên ku îro di qada siyaseta cîhanê de diqewime bi tu pîvan, exlaq û zagonan nayê şîrovekirin. Ev jî rastiyek bi vî awayî derdixe holê ku desthilatdar dixwazin hebûna xwe li ser vîna gelan mayinde bikin.    Rûken Goman     Şêrê ku niha li Sûriyeyê diqewime, beşek şerê girîng ê li Rojhilata Navîn diqeweme ye. Ji ber ku kûrbûna aloziya siyaseta cîhanê ev şer mezintir dibe. Em dikarin vî şerî wekî şerê sêyemîn ê cîhanê jî qebûl bikin. Ev yek jî rastiya sîstema kapîtalîst û ya bi şer xwedî dibe derdixe holê.     Tiştên ku îro di qada siyaseta cîhanê de diqewime bi tu pîvan, exlaq û zagonan nayê şîrovekirin. Ev jî rastiyek bi vî awayî derdixe holê ku desthilatdar dixwazin hebûna xwe li ser vîna gelan mayinde bikin. Ji aliyekî jî rastî her dem tê veşartin. Ev yek jî zirarê dide civakê.    Ji bo raperîn û têkoşînên dîrokî yên li dijî kapîtalîzm û desthilatdaran yekîtiya gelan girîng e. Tevger û têkoşîna gelan a li dijî faşîzmê gelek taybet e. Gelên ku dibin xwediyê biryara têkoşînê her dem bi ser ketine. Raperîn û serhildanan gelan a li dijî koletiyê her dem bûye tirsa mezin a di dilê dagirker û desthildatdaran de. Loma ji bo jiyanek aram û ewle divê em her vê tirsê di dilê dagirker û faşîstan de ava bikin.