Ji bo Denîzê têkoşîna edaletê didome: Şopa gumanbar diçe ku derê?

  • 09:03 17 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ji parêzerên doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç da zanîn ku şopa lingên gumanbar Navenda Giştî ya MHP’ê nîşan dide û got: “Divê MHP û Ocaxên Ulkucu bikevin bin kontrolê û wek rêxistina sûc bên nirxandin.”
 
Di êrîşa li hember rêxistina HDP’a Îzmîrê de êrîşkarê bi navê Onur Gencer  Denîz Poyraz qetil kir û di ser bûyerê re 3 sal derbas bû. Di doza ku bi giştî 7 rûniştinên wê pêk hatin de li gumanbar cezayê giran û ji sûcên din jî bi tevahî 9 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Di dozê de delîl bi usul nehatin komkirin, kesên wek gumanbar divê bihata guhdarkirin wek şahid hat guhdarkirin. Lê têkoşîna hiqûqê bi dozên cuda didomin. 
 
Yek ji parêzera dozê Turkan Aslan Agaç der barê dozê de nirxandin kir.
 
Turkanê da zanîn ku piştî dadgehê pêvajoya îstînafê hatiye destpêkirin û Yekemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Adliya Herêma Îzmîrê soz ji usulê xera kiriye û şandiye karê taybet a dadgehê û bêyî doz bê vekirin kêmasî hatine temamkirin. Turkanê da zanîn ku vê pêvajoyê bi biryarnameya havînê Serokatiya Daîreya Ceza hatiye guhertin û wiha got: “ Ji meha îlonê şûnde dest bi peywirê kir û di mehekê de biryar hatiye dayîn. Di mehekê de daxwazên me hatin redkirin û biryar hat teblîgkirin.” 
 
‘Di teblîgnameyê de nirxandin tuneye’
 
Turkanê daxuyakirin ku dosya niha li Yekemîn Daîreya Dadgeriyê ye û di rojên borî de ji aliyê serdozgerê komarê ya dadgeriyê ve teblîgname derketiye û got: “ Di wir de nêrînek taybet a dozger tune û temyîz hatiye redkirin û xwest biryar bê erêkirin. Em biryareke ku divê gumanbarên rast ên di êrîşê de berpisyar in derketin holê, dipên. Ji ber pêvajoya li vir heqîqet dernexist holê.”
 
‘Du dosyayên cuda li dadgeriyê ne’
 
Turkanê her wiha got ger Yekemîn Daîreya Ceza ya Dadgeriyê, biryara Dadgeha Edliya Herêmî erê bike yanî daxwazên parêzeran red bike,wê dozê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) û got: “Lê du serlêdanên parêzerên malbata Denîzê yên din hene. Yek der barê biryara ku têkiliya gumanbar bi rêxistinên derve re tuneye; serlêdana derbarê ku darizandinek adîlane nehatiye kirinê de ye. Ya din jî der barê mudaxaleyeke bi bandor a bûyerê û negirtina tedbîrên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ya wê rojê de bû. Ev daxwaz bên redkirin wê dosya biçin DDB’ê.  Darizandina hat kirin jî ne bi bandor bû.”
 
‘Mafê her kesî di bin rîskê de ye’
 
Turkanê bi lêv kir ku daraz her tim wek alava erka siyasî hatiye bikaranîn û di 22 salên dawî de ev gihiştiye astek herî jor û got: “Ji ber vê jî mafê her kesî di bin rîskê de ye. Di dema êrîşa li hember avahiya HDP’ê de doza Kobanê didomiya. Yek ji dadgerên dadgehê  got HDP’ê ji bûyerên 6-7’ê cotmehê zirar neditiye. Bi taybet di demên dawî de bi tayînkirina qeyûman re em dikarin bêjin ku hiqûqek binpêker heye.  Di pêvajoya dozê de me xwest gumanbarê esas ên bûyerê bên darizandin. Lê ev daxwaz li ber çavan nehatin dîtin. Ne tenê wezîrê karê hundir ê demî Suleyman Soylu, rêveberî giştî ji vê berpirs in.”
 
‘Şopa gumanbar diçe navenda giştî ya MHP’ê’
 
Turkanê wiha anî ziman: “Di dosyayê de gumanbarên esas nehatin dîtin. Divê navenda giştî ya MHP’ê bê şopandin. Şopa gumanbar diçe navenda giştî ya MHP’ê. Divê li ser vê bê sekinandin. Divê em hemû civak li dijî van dijhiqûqiyan têkoşîna hevpar bimeşînin. Divê pirsgirêkên hiqûqî bibin mijara esas. Ji ber vê li dijî dijhiqûqiyan divê em dengê xwe bilind bikin.”