Derbarê Hulya Alokmen Uyanik de biryara tahliyeyê

  • 16:25 5 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Ji bo Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Hulya Alokmen Uyanik ku ji doza KCD'ê ve dihat darizandin û li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê girtî ye, biryara tahliyeyê  hat dayîn.
 
Dadgeha bilind di sala 2012'an de cezayê li hevşaredara berê ya Yenîşehira Amedê ku ji ber xebatên xwe yên di Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Civakî (SES) û ji ber ku delegeya KCD'ê bû dihat darizandin xira kiribû. Piştî ku cezayê Hulyayê hat xirakirin, Di danişîna ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a  Amedê ji nû de hat dîtin derbarê Hulyayê de biryara tehliyeyê hat dayîn.