‘Kuştina Hande Şeker ne ji rêzê ye, polîtîk e’ 2019-01-13 09:21:51   ÎZMÎR - Parêzer Denîz Yenîkaya diyar kir ku ji bo polîsê bi navê A.D. yê ku jina trans Hande Buse Şeker qetil kir, cezayê herî giran bigire wê têbikoşin û wiha got: “Lê ev têr nake. Ev pirsgirêkek civakî ye. Kuştin ji ber vê polîtîk in. Divê zîhniyet biguhere.”   Jina trans Hande Buse Şeker li mala xwe ya Alsancak a Îzmîrê ji aliyê polîs A.D. ve hat qetilkirin û piştî vê li kolanên Bornovayê hêrs û şîn heye. Hevalên wê diyar kirin ku qada jiyana wan teng bûye zextên polîsan pir zêde bûne. Parêzera Komîsyona LGBTÎ ya Baroya Îzmîrê Denîz Yenîkaya jî diyar kir ku birîna cezayên giran jî têr nakin divê nêrîna gel biguhere.   Denîzê got piştî agahî girtine li qerekolê rastî zor û zehmetiyan hatine û wiha got: “Ji ber sînorkirin danîbûn ser dosyayê ez nikarim berfireh biaxivim. Dîsa jî em ne bê hêvî ne. Ji bo cezayê herî giran bê dayîn em ê têbikoşin. Ya esas divê hişmendî bê guherîn. Ev ne kuştinek ji rêzê ye. Ev kuştin polîtîk e. Kujer ne polîseke. Em hemû ne. Divê em hemû nêrîna  xwe biguherin. Divê sazî, komele, gel û merciyên biryarê nêrîna xwe biguherin. Em ê şopdarên dozê bin. Divê baro û komele zêdetir pişgiriyê bidin.”   Helîn Demîr jî daxuyakirin ku ji ber transfobiyê li her derê Tirkiyeyê rastî zextan tên û tê gotin ku Îzmîr ji bo transan cihekî rehet e lê ev ne raste û got: “Handeyê berê nizanibû A.D. polîs e. 4 meh şûnde ji aliyê wî ve hat qetiklirin. Em jiyana xwe bi zehmet dimeşînin. Ev 3 sale li ser me zext hene.”