Ji bo Rojnameger Necla Demir 13 sal ceza hat xwestin 2019-01-11 14:02:58   STENBOL - Derbarê Xwediya Îmtiyaza Gazete Karinca rojnameger Necla Demîr a bi hinceta nûçeyên li ser Efrînê weşandin de û bi îdîaya “Li dûv hev propagandeya rêxistinê kirin” doz hat vekirin. Ji bo Demîr 13 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.    Buroya Lêpirsîna Çapemeniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di encama lêpirsîna derbarê Derbarê Xwediya Îmtiyaza Gazete Karinca rojnameger Necla Demîr bi rêve bir de, îdîanemeyek amade kir.  Îdîanameya bi îdîaya “Li dûv hev propagandeya rêxistinê kirin” hat amadekirin, ji aliyê 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin.   Derket holê ku lêpirsîn di çarçoveya îxbareke ku ji e-maila Nevenda Ragihandina Serokwezîr (BÎMER) a di 21'ê Çileya 2018'an de hatî şandin de, hatiye  vekirin. Di îxbara e-maila hatî kirin de, hatiye îdîa kirin ku Gazete Karinca "Berdevkiya PYD/PKK" dike.     Midûriyeta Polîsan a Stenbolê li ser vê e-maila îxbarê di 8'ê Gulana 2018'an de, derbarê  Xwediya Îmtiyaza Gazete Karinca Necla Demîr de fezekê amede dike. Demîr bi sûcdariya nûçe û roportajên derbarê operasyona Efrînê yên di 20'ê Çileya 2018'an servîs kirin dê bê darizandin. Demir hakkında yöneltilen suçlamaların büyük çoğunluğu ise, 20 Ocak 2018'de başlayan Efrin operasyonuna ilişkin yapılan haberler ve yapılan röportajlardan oluşuyor.