Rojnameger Kîbriye Evren disa nehat tehliyekirin 2019-01-10 12:11:34   AMED - Kîbriye Evren di 2'emîn daneşîna doza xwe de jî nehat tehliyekirin. Kîbriye di parastina xwe de diyar kir ku ew rojnamegere û anî ziman ku ew piştgiriyê dide daxwaza Leyla Guven.   Rojnameger Kîbriye Evren di operasyona ku navenda wê Amed bû de di 9'ê Cotmehê de di encama serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Kîbriya ya ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê girtin, daneşîna 2'emîn a doza wê ku bi sûcdariya "endama rêxistin" û "propagandaya rêxistinê kiriye" jê tê darzian li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşîna ku di 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin a Cîhanê  de hat dîtin Kîbriye ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi riya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû. Heriwiha Kîbriye bi du hevalên xwe re bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê bê rakirin 26 roje  di grea birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.     Di daneşîna ku bi tespîta nasnameyan hat destpêkriin de di serî de îfadeya şahidê nepen ku derbarê Kîbriye de dabû hat xwendin.   'Karê min hevdîtin e ji ber ku ez rojnameger im'   Piştre Kbriye bi rêya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tevli daneşînê bû. Kîbriye parastina xwe kir û wiha got: "Min berê jî gotibû ku ez rojnameger im û ez van îdayên derbarê xwe de qebûl nakim. Bi her kesî re hevdîtin karê min e ji ber ku ez rojnameger im. Ez derdiketim derve jî û min nûçe jî dişopand. Ez berê jî bi caran çûm Iraqê û hatim. Ji bo ku ez nûçe bişopînim diçûm, parêzerên min nûçeyên min dan we. Ez van îdiayan qebûl nakim."   'Sûcdarî hemû îdayên razber in'   Piştre parêzer Pîrozhan Karali mafê axafitnê kir û got ku sûdariyên derbarê muwekîla wê de hemû razber in. Pîrozxan di perdewamiyê de wiha got: "Ev îdayên bê îspat in. Baş e ger ku muwekîla min endama rêxistinê ye çima talîmata ku hatiye ji me re nayê gotin.  Titên ku derbarê muwekîla min de hatine gotin hemû bê bingeh in .Muwekîla min dibêje ku ew rojnameger e û em jî dibêjin. Heriwha SSK'ya muwekîla min jî hatiye razandin. Hemû şertên rojanamegeriyê li holê ne . Rojnameger derdikevin dervê welêt jî û li hundirê welêt jî dimînin. Hemû çûn û hatinên muwekîla min bi pasaportê hatine kirin. Ez daxwaza serbestberdana muwekîla xwe ya bi şertê kontrola edlî dikim."   Piştre meqamê îdiayê mutalaya xwe ya derbarê mijarê de xwend. Di Mutalayê de makamê îdayê biryara ku Kîbriye girtî bimîne da.   'Îfadeya şahidê nepen rastiyê nîşan nade'   Parêzer Resul Temur jî diyar kir ku bi Kîbriyeyê re 9 rojnamegerên din jî hatine binçavkirin û serbest hatine berdan û wiha berdewam kir: "Ji bilî sê kesna we hemû guhdar kirin.  Wekî ku hûn kîbriye nas nakin hûn diaxivin. Şahidê nepen Mehmet Akdogan, ji bo her kesî heman tiştî dibêje."   'Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'   Kîbriye ya ku herî dawî mafê axaftinê girt wiha got: "Daxwaza Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclaan ev 64 roj e di grevê de ye ya me ye." Li ser vê serokê dadgehê daxwaza Leyla Guven pirsî. Kîbriye jî ev bersîv da: "Leya Guven 64 roj e di  grevê de ye. Daxwaza wê rakirina Tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Em jî bi vê daxwazê 26 roj in di gereva birçîbûnê de ne. Daxwaza me ku tecrîd bê rakirin e."   Kîbriye nehat tahliyekirin   Piştre heyeta dadgehê ji bo biryarê 5 deqîqe naber da. Piştî navberê heyeta dadgehê bi gûmana sûc heye beryara ku Kîbriye girtî bimîne da û doz taloqî 16'ê nîsanê kir.