Di doza Ayşe Akyuz a hat şewitandin de tu pêşketin tune ye 2019-01-08 17:12:53   MÊRDÎN - Li gundê Sarincê yê Artukluyê di îlona 2016'an de cenazeyê jina bi navê Ayşe Akyuz li gundê Sarincê yê Artukluyê 27 caran kêrkirî ku piştre jî hatibû şewitandin hatibû dîtin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û kesek wek gûmanbar hatibû dîtin. Lê li  gel ku sal di ser bûyerê re derbasbûn jî hîna derbarê bûyerê de tu pêşketin tune ye.     Li gundê Sarincê yê Artukluya Mêrdînê di Îlona 2016’an de cenazeyê jineke bi navê Ayşe Akyuz(20) ku ji aliyê kes an jî kesan ve bi awayê ji 27 cihên laşê xwe kêrkirî û şewitandî hatibû dîtin û derbarê bûyerê de doz hatibû vekirin. Piştî ku doz hat vekrin mêrê bi navê Î.A. wekî gûmanbar hat binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Doza Î.A.yê ku  girtî tê darizandin li 1'emîn dadgeha Cezayê Giran a Mêrdîn hat dîtin.  Doz bi tespitkirina nasnameyan dest pê kir. Di serî de şahid Metîn Akan ê ku wekî şahid tevli dozê bû axivî.   'Besûc di nav 10 deqeyan de nexweş ket'   Metîn di axaftina xwe de anî ziman ku ew hevalê mêrê bi navê  Î.A. ye û got ku ew roja bûyerê bi hevdu re bûne û axaftina x xwe wiha berdewam kir: Êvarê saet 20.00’an de em hatin parqê û me bi gogê lîst. Piştre em çûn qehmexaneyê. Piştî wê jî  em ji wir derketin û saet di 22.00’an de çûn malên xwe. Piştî ku ez çûm malê  Î.A. li min geriya û got ku ew gelek nexweş e.  Ez çûm mala wan û piştre em bi hev re çûn nexweşxaneyê. Lê em beriya 10 deqeyan ji hev qetiyabûn û tu nexeşiya Î.A. tune bû.  Lê dema ku em ji nexweşxaneyê vegeriyan û em ê biçûna qehwexaneyê li nêzî mala Î.A. dûxan hebû em ber bi wir ve çûn. Dema ku em çûne li wir gundî û malbata wê jinikê li wir bûn. Me û gundiyan bi hev re agir vemirand. Piştre Î.A. çû malê kimcên xwe bigûherîne. Piştî ku Î.A. kincên xwe guheran em ê dîsa biçûna nexweşxaneyê. Lê me dîsa dît ku dû dertê. Em dîsa çûn wê derê û me agir vemirand. Min dît ku li wir cenazeyek heye. Cenaze ji ber ku şiwitî bû nedihat nasîn.”’   ‘Neviya min Î.A. kuşt’   Piştre pîrka Ayşe, Cemîle Akyuz axivî û wiha got: "Dema ku neviya min hat kuştin ez li malê razayî bûm lê em ji Î.A. bi gûman in.”    ‘Ger ku ez bireviyama min ê cinaze ranekira’   Piştre bersûc û girtî Î.A. parastina xwe kir. Î.A., gotinên Metin Akan dubare kir û wiha got: “Ez ji xwe beriya bûyerê nexweş bûm û roja wê bûyerê jî ez nexweş bûm. Wê rojê jina ku jiyana xwe dest dabû min cenazeyê wê bir morgê. Ger ku min ew bikuştia min dê çima cenaze rakira nexweşxaneyê? Min Ayşeyê nekutiye."   Piştre parêzeran parastin kir û bi lêv kirin ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye vekirin, lê heta niha tu delîl nehatine dîtin û gotin ku ji du salan zêdetir e ev doz berdewam dike. Parêzeran, da zanîn ku di dosyeyê de kêmasî hene  û xwestin ku kujer bê tespîtkirin."      Piştî parastinan biryara berdewamiya girtina Î.A. hat xwestin û doz taloqî 5’ê Adarê kir.