Bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel hat vekirin 2019-01-08 15:31:12   AMED - Dozgerê Komarê yê 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya berê Çaglar Demirel ku girtî tê darizandin de bi daxwaza 26 sal cezayê girtîgehê doz vekir û xwest bê cezakirin. Heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir.    Dadgeha herêmî der barê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Çaglar Demirel de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîbû. Doz li Dadgeha Îstinafê ya Herêma Dîlokê hatibû xerakirin û dîsa şandibûn 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Dozger têkildarî qedexeyên li navçeya Sûrê der barê Çaglar de ji 4 sucdariyên cuda ji 10 salan heta 26 salan cezayê girtîgehê xwest û îdîaname pêşkêşî 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Dozger îdîa kir ku Çaglar, di 1'ê Tîrmeha 2016'an de li Parka navçeya Peyasê li dijî operasyonên herêma çoltarî ya Lice çalakiya nobetê girtiye. Dozger parast ku Demirel jî tev li vê çalakiyê bûye û axaftin kirine. Dozgre parast ku Çaglar, diyar kiriye ku zextên li ser gel tên kirin bi destê dewletê hatine kirin û gel li hemberî hev sor kirine û dijminantî sor kirine. Dozger di îdîanamey3e de parvekirnên Demirel wekî sûc qebûl kir û axaftinên wê sûc dît.    Dozger der barê Çaglar Demirel de zs 10 salan heta 26 sahan xwest bê cezakirin.