Dozger ji Rojnameger Esra Dal 15 sal ceza xwest 2019-01-04 10:17:07   AMED - Dozger ji Rojnameger Esra Solîn Dal 15 sal ceza xwest. Di doza hat vekirin de, randevuyên ji bo çavkaniyên nûçeyan wekî "fealiyetên rêxistinê", "Bi awayekî giran tawanbarkirina TSK'ê" û "rojnamevaniya li dijî dewletê" wekî sûc hatin hesibandin.    Di 9'ê Cotmeha 2018'an de ku navend Amed bû, li 9 bajaran operasyon pêk hat. Di van operasyonan de siyasetmedar û rojnamevan jî heyî 142 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin yek jê nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal e. Bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" der barê Esra de îdîaname hat amadekirin. Îdîaname ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê ve hat qebûlkirin.    Di îdianameyê de daxwaza randevûyê ya ji çavkaniyên nûçeyan wekî "fealiyeta rêxistinê", der barê mirina zarok û jinên li Efrînê de daxwaza randevûyê ya ji parêzvanên mafên mirovan wekî "Bi awayekî giran tawanbarkirina TSK'ê", der barê tehcîra Ermeniyan de daxwaza randevuyê ya ji Ûdî Yevartê ermenî jî wekî "Rojnamevaniya li dijî dewletê" hat nirxandin.    Di îdianameya hat amadekirin de dozger xwest bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza li Dal bê birîn.