Ji bo zarokekî ku tevlî Newrozê bûye cezayê ‘îhtîmalê’! 2019-01-01 09:02:13   ÎZMÎR - B.K.D yê 16 salî dema diçû pîrozbahiya Newrozê ji ber pûşiya kesk, sor û zer pê re bû, hat binçavkirin û bi îdiaya ‘teşebusê propagandayê kiriye’ 10 meh ceza lê hat birîn. Doz birin Dadgeha Destûra Bingehîn.   Li Îzmîrê 10 jê zarok 60 kesên ku tevlî Newroza di 21’ê Adara 2018’an de pêk hatibû, bûbûn hatin binçavkirin. Makyajê jinan jî propaganda hat hesibandin û zarokê 16 salî yê bi navê B.K.D jî ji ber pûşiya kesk, sor û zer hat binçavkirin. Der barê wî de bi idîaya propagandaya rêxistinê kiriye doz hat vekirin û li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Zarokan a Îzmîrê hat darizandin. Rûniştin di 17’ê Kanûnê de hat dîtin û 10 meh ceza lê hat birîn. Ceza 3 salan hat taloqkirin.   Parêzerê dozê jî bi hinceta ‘azadiya îfadeyê hat astengkirin’ dosya şand Dadgeha Destûra Bingehîn. Parêzer diyar kir ku li gorî biryara DDB’ê tê wê dosyayê bişînin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.