5 sal ceza li mêrê ku stajyer tacîz kir hat birîn 2018-12-28 13:10:35   ÎZMÎR - Li Navçeya Konakê Mudurê Servisa Teknikê yê otelekê Ahmet S. xwendekara stajyer tacîz kir û 5 sal cezayê girtîgehê li Ahmet S. hat birîn.    Li Navçeya Konakê ya Îzmîrê, Mudurê Servisa Teknikê yê otelekê Ahmet S. xwendekara stajyer a beşa Turizm û Otelê dixwîne, tacîz kir. Xwendekara stajyer li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê Ahmet S. gilî kir. Îdianameya ku hat amadekriin li 18'emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê hat qebûlkirin û derbarê Ahmed S. de doz hat vekirin.    Di rûniştana dawiyê ya dozê de ji ber sûcê 'Îhlalkirina destnedayina laş' 5 sal cezayê girtîgehê li Ahmet S. hat birîn.