Dozger berdewama girtina Leyla Guven xwest 2018-12-26 12:25:19   AMED - Dozger  derbarê  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 49 rojin di greva birçîbûnê deye, berdewamiya girtinê xwest.   Daneşîna 4'emîn a Doza Hevseroka Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bertek nîşan da û daxuyanî da jê re ji 25 salan heta 46 sal û nîvan ceza tê xwestn li 9'emîn Dadgeha Cezyê Giran dest pê kir. Leyla bi daxwaznameyeke ku ji dadgehê re şand diyar kir ku ewê tevli daneşînê nebe. Daneşîn ji aliyê Hevserok Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamentrerên HDP'ê, rêxistinên bar ên HDP û DBP'ê û gelek parêzer tevli daneşînê bûn.    Ji bo Leyla ya ku di daneşîna xwe ya di 7'ê Mijdarê de hat dîtin bi riya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû, diyar kir ku ew li dijî tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê dest bi greva birçîbûnê dike dozger xwest ku rewşa wê ya gitî berdewam bike. Herwiha hat diyarkirin ku serokê dadgehê jî hatiye guhertin.   Dadgehkirin bi parastina parêzzeran berdewam dike.