Biryara doza Eylem Tîller ya hat qetilkirin sibê ye: Bendewariya me ji edeletê tune ye 2018-12-26 09:09:36   Berîtan Canozer   AMED - Eylem Tîller a ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin biryara rûniştina wê sibehê ye. Xwişka Eylemê Emîne Aslan diyar kir ku parêzer û saziyên jinan xwedî li wan dernakevin û wiha got: “Em jinên tên qetikirin jî wekhev xwedî lê dernakevin. Yekê dikin rojevê ya din nabînin. Ji edaletê bendewariya min tune ye. Em dizanin wê bê berdan.   Li navçeya Wêranşar a Rihayê di 12’ê cotmeha 2017’an de jina bi navê Eylem Tîller li mala xwe mirî hatibû dîtin û îdia kirin ku întîxar kiriye. Lê malbata Eylemê gilî kir û hevjînê wê Huseyîn Tîller hat girtin. Doz salek didome û hat hînbûn ku Huseyîn şîdeta sîstematîk li Eylemê kiriye. Rûniştina dozê di 27’ê Kanûnê de tê dîtin.   Xwişka Eylemê, Emîne Aslan bi lêv kir ku ew dixwazin kujer bê darizandin û ceza bikşîne û wiha pê de çû: “Di 27’ê Kanûnê de doz tê dîtin. Parêzar û saziyên jinan piştgiriyê nadin. Bû 3 parêzer em diguherin. Yek jî bi rêk û pêk karê xwe nake. Me bi dehan carî serî li ÎHD û Baroyê da. Lê kes eleqedar nebû. Em va ye du rûniştine bêyî parêzer tevlî dibin. Yanî ji vê saetê şûnde parêzer bê jî em qebûl nakin.”   ‘Huseyîn xwişka min kuşt’   Emîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarok dan malbata Huseyîn. Wan zarokan şîdet didît. Xwişka min jî şîdet dît. Xwişka min ji ber şîdetê bi dehan carî hat malê. Niha ew zarok di destê wî çavsorî de man. Zarokek jî rastî îstîsara zayendî hatibû. Xwişka min ferq kiribû û bi ser mala yê kiribû de girtibû. Malbatê xwişka min derb kiribû. Malbata hevjînê wê bi dehan carî şîdet lê kir. Em bi israr in. Huseyîn xwişka min kuşt. Ew zarok wê di hawira şîdetê de mezin bibin. Em texmîn dikin ku xwişka min îstîsmara zaroka xwe hîn bû û ji ber hat qetilkirin. Piştî vê bûyerê hema hat qetilkirin. Xwişka min hîn bû zaroka wê hatiye îstîsmarkirin û xwest hesab bipirse. Ji bo îstîsmarê veşêrin dibe ku xwişka min kuştibin.”   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku kujer Huseyîn 3 parêzer girtiye û niha ew jî li dijî 3 parêzeran bê parêzer tevlî rûniştinê dibin û got: “Bendewariya min ji edeletê tune ye. Wê serbest bê berdan. Xwişka min ket gorê wê kujer jî li derve bigere. Çima? Ji ber îfadeyên me têr nakin, girîngiya gotinên me tune ye. Ji me re şahid û delîl pêwist in. Lê kes tune ye. Belê civaka me wisa ji wijdan, ji wekheviyê bêpar e. Em wekhev xwedî li jinên tên qetilkirin dernakevin. Em yekê derdixin pêş a din nabînin. Bi dehan kesên wek me hene. Piştî kujer hat berdan jî bila li ser prîmê nekin.”