Ji dadgehê biryarek mînak: 33 sal ceza 2018-12-24 09:11:24   ŞIRNEX - Li Cizîrê di meha Adarê de kesê bi navê S.K. ku zarokek bi îstismara zayendî rû bi rû hiştibû doz lê hat vekirin û di rûniştina dawî de 33 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê mêrê bi navê S.K. (20) di meha Adarê de li ser riya Cizîr-Nisêbînê li dijî zarokek 13 salî îstîsmara zayendî pêk anî. Leşkerên di rê de derbas dibûn bûyer dîtin û piştî vê îstîsmar birin darazê. Derket holê ku S.K. dema zarok dibir dibistanê îstîsmar kiriye. S.K. yê hat binçavkirin û piştre şandin girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê, di rûniştina dawî de biryar derket. Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê di rûniştina 5’emîn de 33 sal cezayê girtîgehê lê birî. Di îdianameya hat amadekirin de îfadeya zarokê, gumanbar û şahidan cih girt. Ji bilî vê yekê raporên Saziya Tipa Edlî ya Wan û Stenbolê jî girtin.   Heyeta dadgehê di rûniştina dawî de derbarê S.K. de ji sûcên ‘li hember zarokê îstîsmara zayendî’, ‘Kes ji huriyeta wê bêpar hiştin û tehdîdkirin’ bêyî ceza daxîne 33 sal cezayê girtîgehê birî. Heyeta dadgehê her wiha bi lêv kir ku li dijî ceza riya îstînafê vekiriye.