Ji bo jina ku zarokên wê ji destê wê hatin girtin salek û 10 meh cezayê girtîgehê 2018-12-20 09:19:45   Şehrîban Aslan   AMED - Jina bi navê Fatma H. ku piştî dest ji mêrê ku pê re zewicîbû berda, 4 zarokên wê jê hatin girtin û derket holê ku zarok li wargeha xwedîkirinê bi cih kirine. Fatmayê got Ecevît Ç. du caran zarokên wê jê girtiye û daye wargehê. Heyeta dadgehê jî bi hinceta ‘Ji ber berpirsyariya piştgiriyê û perwerdeyê, lênerînê ya di hiqûqa malbatê de heye pêk neaniye’ salek 10 mehan ceza lê birî.   Li Amedê di 2014’an de mêrê bi navê Ecevît Ç (39) û Fatma H. (37) dest ji hev berdan. Der barê Fatma û Ecevît de bi hinceta li zarokên xwe yên D.Ç. (8), A.Ç. (9), H.Ç. (13), M.N.Ç. (16) mêze nakin doz hat vekirin. Di doza hat vekirin de li her yekê salek ceza hat birîn.   Dadgehê dema ku dest ji hev berdabûn welayeta zarokan da Fatma H. Fatma piştî vê bi zarokên xwe li Edeneyê bi cih bû û piştre zarokên xwe da Ecevît Ç yê li Amedê rûdine. Ecevît Ç. di 2015’an de daxwazname da Midûriyeta polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Amedê û got 4 zarokên wî hene, 2 heb astengdar in û cihekî wan ên mayînde bimîne tune ye, li cem birayê xwe dimîne. Ecevît Ç. got Fatma H. zarok ji wî re şandiye û xwest zarokan bide Saziya Starbûna Zarokan û Xizmeta Civakî (SHÇEK).   Xebatkarên Navenda Xizmeta Civakî ya Sûrê heman rojê bi xizmên Ecevît û Fatmayê re hevdîtin kirin û zarok li wargeha  SHÇEK’ê hatin bicihkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin û bi hinceta sûcê ‘binpêkirina berpirsyariya ji hiqûqa malbatê tê’ xwest Fatma û Ecevît ji salekê heta 10 mehan bên cezakirin. Di îdianameya ji aliyê 9’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê de hatiye amadekirin de 4 zarok wek mexdûr cih girtin.”   Der barê dozê de biryara girtina Fatma H. heye û di îfadeya ku Fatma H. daye dadgehê de sûcdariyên li wê hatiye kirin red kir. Fatma H. wiha got: “Ez bi zorê hatim zewicandin. 10 salan zewicandî mam. Piştre me dest ji hev berda. Welayeta zarokan dan min. Min dixwest ez li zarokên xwe binêrim lê hevserê min dest jê berdabû hat zarok ji min girt û teslîmî wargehê kir. Agahiya min ji vê tune bû. Piştî ez hîn bûm min daxwazname da û min zarokên xwe anîn malê. Piştre hevserê min hat dîsa ji min girt û bir. Min zarok nedaye wargehê. Tu sûcê min tune ye.”   Ecevît Ç. jî ku niha ji sûcekî din girtiye, di îfadeya xwe ya li dadgehê de got wî zarokên xwe ji ber derfetên aborî daye wargehê û ji ber baş nebûye nikaribû zarokên xwe bigire.   Dadgehê ji bo her yekê salek û 10 meh cezayê girtîgehê birî.