‘Sedema binpêkirina mafan qelsiya qanûnan û pêkanînên kêfî ne’ 2018-12-20 09:15:09   WAN - Endama Komîsyona Girtîgeha Baroya Wanê Sîmîn Atabay diyar kir ku sedema zêdebûna binpêkirina mafan a li girtîgehan qelsbûna qanûnan û pêkanînên kêfî ne û wiha got: “Îdareyên girtîgehan di bin navê ‘rêziknameyê de’ hemû binpêkirinên mafan rewa dike.”   Endama Komîsyona Girtîgeha Baroya Wanê Sîmîn Atabay binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, zarokên bi dayikên xwe re ketine girtîgehan, girtiyên nexweş û ferzkirina SEGBÎS’ê nirxand.   Sîmîn bi lêv kir ku piştî OHAL’ê binpêkirin derketine asta herî jor û wiha got: “Di sala dawî de ji zêdebûna binpêkirina mafan ji ber qanûnan pêk tê. OHAL û KHK wek alavên rewakirinê tên bikaranîn. Bersivên ji bo binpêkirina mafan ji me re tên di alî ‘rêzinkame wisa di cih de dibîne’ ye. Lê dema em dinêrin hiyerarşiya norman heye. Bi pêkanînên kêfî îşkence tên kirin.”   ‘Li hemû girtîgehan îşkence tê kirin’   Sîmîn diyar kir ku Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê wek mafekî ji bo her kesî hatiye dayînê ye û ev tişt bi lêv kir: “Li hemû girtîgehan şîdet û îşkence heye. Mafê tenduristiyê tê astengkirin. Hewcedariyên wan pêk nayên. Mafê hevdîtinan tên astenkirin. Mafê dermankirinê tê astengkirin. Pirtûkên wan tên desteserkirin. Nameyê wan tên desteserkirin. Girtiyên li dijî vê dertên jî tên derbkirin. Bi taybet li 4 girtîgehan binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Li girtîgeha Trabzon, Patnos, Elezîz û Wanê binpêkirinên mafan ên mezin tên jiyîn.”   ‘Girtîgeh ji bo zarokan dibe sedema travmayan’   Sîmîn her wiha daxuyakirin ku zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin jî di şertên giran de dijîn û rê li ber travmayan vedikin. Sîmîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê zarok li girtîgehan nemînin. Dema dikevin girtîgehan rewşa ketina sûc dijîn. Em diyar dikin ku ji bo zarokan divê sererastkirinên sosyolojîk û derûnî bên kirin. Her wiha girtiyên nexweş jî di alî xwegîhandina mafê tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn. Girtî ji bo derkevin revîrê divê daxwaznameyê bidin îdareyê. Ji bo rewşên lezgîn hema digirin lê yên din çend roj şûnde dibin revîrê. Her wiha girtiyên diçin nexweşxaneyê jî ji pişt ve wan kelepçekirî dibin. Ligel van pêkanînan ferzkirina ku girtî bi SEGBÎS’ê tevlî dadgehê bibin tê kirin û bi vê jî mafê wan tên binpêkirin.”   Sîmîn got ew wek Komîsyona Girtîgeha Baroya Wanê der barê girtîgehên Trabzon, Patnos û Wanê de lêkolînan dikin û rêveberiyên girtîgehan hemû binpêkirinan di bin navê ‘rêziknameyê de’ rewa dikin.