Dadgehê biryara girtina Gulser Yildirim da 2018-12-19 12:30:22   MÊRDÎN – Parlamentera HDP’ê ya berê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a ku bi hinceta “propagandeya rêxistinê” kiriye tê darizandin, ji ber mutalaa amade doza wê taloqî 1’ê Sibata 2019’an hat kirin.   9’emîn rûniştina doza Parlamentera berê ya HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a ku bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatiye girtin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Gulser Yildirim a ku di Girtîgeha Kandirayê de dimîne ji ber pirsgirêka tenduristiyê heye tevlî dozê nebû. Parêzerên Gulserê tevlî dozê bûn.   Heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina Gulser Yildirim  da û doz taloqî 1’ê Sibata 2019’an hat kirin.