‘Qada jiyana kes sînor dike’ 2018-12-18 09:12:21   ENQERE - Parêzer Sevînç Hocaogullari diyar kir ku ji bo pêşî li hestiyariya civakê bê girtin, binçavkirin û lêpirsînan didin destpêkirin û wiha got: “Tedbîra kontrola edlî ya wek qedexeya derketina derveyê welat û Îmzekirinê dertê pêşberî me, veguheriye alava kontrolkirina civakê. Qada jiyana kes tê sînorkirin û ne pêkna e em vê wek binpêkirinek biçûk bigirin dest.”   Parêzer Sevînç Hocaogullari bi lêv kir ku ‘tedbîra kontrola edlî’, pêkna e ku wek binpêkirinek mafan a hêsan bê destgirtin. Sevînçê di axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî muxalefeta civakî lêpirsîneke bi rêk û pêk hatiye destpêkirin û hemû binçavkirin divê di çarçoveya huriyeta îfadekirinê de bên nirxandin.    Sevînçê wiha got: “Parvekirinên çapemeniya civakê an jî daxuyaniyên çapemeniyê. Faliyetên di çarçoveya azadiya rêxistinê de hatine meşandin wek sûc tên dîtin. Bi kurtasî hemû kanalên ku gel xwe îfade dikin bi ceza û lêpirsînan tên girtin. Di demên dawî de bi taybet ji ber çalakiyên bi salan berê hatine kirin gelek kes rastî lêpirînan hatin. Çalakiyên Gezî jî tê de ji ber çalakiyên berê hatine kirin ji bo  gelek kesî lêpirsîn hatiye destpêkirin.”   ‘Şerta kontrola edlî bû alava kontrolkirina civakê’   Sevînçê her wiha bi lêv kir ku guherîna di pêvajoyan de di girtin û binçavkirinan de bi bandor e û wiha got: “Em demekê pêla binçavkirina Efînê dijîn. Demekê binçavkirinên ji ber parvekirinên çapemeniya civakî dijîn. Tu hinceta van a hiqûqî tune ye. Piştre jî bi şerta kontrola edlî sewqî dadgehê tên kirin. Şerta kontrola edlî veguheriye alava kontrolkirina civakê. Wek ‘kontrola edlî’, ‘qedexeya derketina derveyê welat’ û ‘ferzkirina Îmzeyê’ dertên pêşberî me’. Ev jî qada jiyana kes sînor dike. Ji ber vê nikare wek binpêkirinek maf a hêsan bê destgirtin