‘Ji bo pêşî li tevgerên civakî yên nû bê girtin dosya ji nû ve hatin vekirin’ 2018-12-15 09:15:10   Dîlan Babat   ENQERE - Tevî ku di ser de 5 sal derbas bûye jî der barê çalakiyên Geziyê de dubara lêpirsîn hat destpêkirin. Parêzerê dosyayê Nîhat Can Koçak diyar kir ku bi vê pêkanînê dixwazin çavên civakê bitirsînin û wiha got: “Desthilatdarî ji bo pêşî li çalakî û potansiyela protestoyan bigire pêngavek wisa avêtin.”   Tevî ku di ser bûyerên Geziyê de 5 sal derbas bûye jî, li Enqere û Stenbolê der barê gelek kesî de lêpirsîn hat vekirin û ji bo îfadeyê gazî wan kirin. Hat destnîşankirin ku li Enqereyê der barê ji 600’î zêdetir kesî de lêpirsîn hatiye vekirin û 7 jê biyanî 255 kes hîna ji çalakiyên Geziyê tên darizandin. Nîhat Can Koça ku parêzeriya kesên ji çalakiyên Geziyê tên darizandin dike, vekirina lêpirsînan nirxand.   ‘Gelek kes gazî îfadeyê kirin’   Nîhat bi lêv kir ku di 2013’an de 58 kesên îfadeya wan nehatibû girtin hebûne û ev tişt vegot: “Kesên navê wan di lîsteyê de hene nîvê wan li derveyê welat bûn. Niha dîsa dosya hatin vekirin. Kesên gazî îfadeyê kirin wêneyên wan nîşan dan. Li Enqereyê 58 kes gazî îfadeyê kirin. Der barê 30 kesî de berê lêpirsîn hatibû vekirin. .Hinek ji van ceza girtin. Hinek jî hîna tên darizandin. Me di vê mijarê de bi dozger re hevdîtin kir.”   Nîhat di dawiya axaftina xwe de balkişand ser van dosyayên ku ji nû ve hatine vekirin û destnîşan kir ku ev dosyayên ku 5 sal piştî çalakiyên Geziyê ji nû ve hatine vekirin, li dijî çalakî û krîza aborî bi armanca çavtirsandinê hatine vekirin.