Doza Nisêbînê tarloqî 25'ê Sibatê hat kirin 2018-12-14 11:22:41   MÊRDÎN - Di serdema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de 53 kes hatibûn binçavkirin. 5'emîn rûniştina doza ku 53 kes dihatin darizandin bi dawî bû û doz tarloqî 25'ê Sibata 2019'an hat kirin.   Di serdema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de 53 kes hatibûn binçavkirin. 5'emîn rûniştina doza ku 53 kes ji 19 sûcên cuda û bi "Muebeta giran" dihatin darizandin di roja xwe ya 5'emîn de bi dawî bû. Di rûniştina ku li Eywana Konferansa Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat de, heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtinê da. Doz tarloqî 25'ê Sibata 2019'an hat kirin.   Di parastinan de peyamên ji bo piştiriya çalakiya Leyla Guven hat dayin û bang hatibû kirin ku li dijî tecrîdê tu kes bêdeng nemîne.