Ji bo Edanur Bazancir 15 sal ceza tê xwestin 2018-12-13 10:40:43   AMED - Derbarê endama dîwanê ya KCD'ê ya berê Edanur Bazancir de dozger axaftinên wê yên telefonê wekî hincet nîşan da û 15 sal ceza ji bo Edanur xwest.    Bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9'ê Cotmehê de 143 kes hatibûn binçavkirin û 26 jê hatibûn girtin. Ji van kesên ku hatin girtin yek jê Endama Dîwanê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya berê Edanur Bazancir e. Derbarê Edanurê de jî bi îdiaya  "endama rêxistinê" ye îdianame hat amadekirin.    Di idianameya ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin de wekî delîl axaftinên telefonan jî cih girt.    15 sal daxwaza ceza   Ji bo Edanûrê ji 7,5 salan heta 15 salî cezayê girtîgehê tê xwestin.