Parêzer Cennet Ceyda: Divê tirkiye li gorî rêgezên DMME'yê tevbigere 2018-12-05 09:04:44   SÎbel Ozalp   STENBOL- Parêzer Cennet Ceyda Boga zarokên ku li girtîgehan bi dayika xwe re dimînin û jinên ku dicanî ne bi bîr xist, got ku di bedêla hepiskirinê de divê alternatîf bên pêşxistin û ev tişt got: "An divê berdana bi şert û cezayê bi kefaletê tê dayîn bê astengkirin û an jî divê xebatên rehabîlîtkekirinê di civakê de bên zêdkirin."   Parêzera Komîsyona Zarokan a Baroya Aydinê Cennet Ceyda Boga ku li ser tedbîrên alternatîf ên mayîna di girtîgehê de û dicihdebûn an jî nedicihdebûna ceza de nirxandin kir, rewşa jinên girtî û bandora girtina demdirêj a li tirkiyeyê vegot.   'Karê cezakirinê wekî şûrê bê destî ye'   Cennet got ku cezayê tê dayîn tenê kesên ku tên cezakirin bi bandor nabin kesên ku vî cezayî pêk tînin jî bi bandor dibin û wiha got: "Karê cezakirinê wekî şûrê bê destî ye. Sedema wê jî ew e ku zîhniyeta ceza jî dike û kesên ku tên cezakirin jî dikevin bin berpirsiyariya madî û civakî. Ji ber wê jî zêdekirina çêkirina girtîgehan tê wateya ku hejmara girtiyan zêde dibe û tê wateya ku hemû berpirsiyariya jiyana wan bigirin ser xwe. Ev jî polîtîkaya dewletê neyînî bi bandor dike. Girtina kesekî/e tenê jî dewetê di warê aborî de dixe zararê.  Dewlet ger ku van polîtîkayên xwe berdewam bike Zerarê li xwe dike."   'Divê hin welatên ewropayê mînak bên girtin'   Cenet bal kişand ser tedîbîrên alternatîf ên cezakirinê jî û got ku divê Tirkiye di warê cezakirinê de hin welatên ewropayê mînak bigire.  Cenet a ku di wî warî de hin mînak dan wiha axivî: "An divê berdana bi şert û cezayê bi kefaletê tê dayîn bê astengkirin û an jî divê xebatên rehabîlîtkekirinê di civakê de bên zêdkirin. Ger ku tenê bi hişmendiya dayîna ceza bê tevgerîn wê kes an jî kesa ku tê cezakrin di warê psîkolojîk de neyînî bi nador bike."   'Aliyê girtîgehê ku nayê dîtin zarok in'   Cennet diyar kir ku bi sedan zarok li gel dayika xwe di girtîgehê de ne û wiha got: "Tê gotin ku herî kêm 600-700 zarok li Tirkiyeyê di girtîgehan de tên girtin. Gelek jinên ducanî di van girtîgehan de ne. Divê ji bo ku rewşa jinên ducanî bê lêkolînkirin ji lêkolîna rêxistinên civaka sivîl re destûr bê dayîn."   Divê Tirkiye li gorî rêgezên DMME'yê tevbigere    Cennet diyar kir ku ger Tirkiye dema ceza dirêj bike dikare ji aliyê DMME'yê ve bê mahkûmkirin û ev tişt got: "Xala 90'emîn a  qanûna bingehîn li me ferz dike ku em li gorî peymanên îmze kirine tevibgerin. Li gorî vê qanûnê di dema girtinê de jî mudaxeleya li azadiyan li ber çav tê girtin. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dibêje ku di vê rewşê de li gorî her bûyera şênber divê dema girtinê bê diyarkirin."