‘Di doza Sûrê de darizandina adîlane tune ye, heyeta dadgehê alîgir e’ 2018-12-02 09:20:55   AMED - Parêzer Cemîle Turhalli Balsak diyar kir ku di doza Sûrê ya ku sîvîl tê de tên darizandin darizandinek adîlane nayê kirin û heyeta dadgehê bi alî nêzî dosyayê dibe.   Li navçeya Sûrê ya Amedê di 2’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî vê bi dehan kes hatibûn girtin. Doza Sûrê ya ku 50 sîvîl jê tên darizandin tu pêşketin têde çênabe û sivîl di runiştinê de rastî zextên heyetê hatin. Girtiyên berê di runiştinan de hatin derbkirin piştî runiştinê surgunê girtîgehên din hatin kirin.    Parêzer Cemîle Turhalli Balsak pêvajoya di doza Sûrê de hat jiyîn nirxand. Cemîleyê got ew 28’ê Mijdara 2015’an ji bo Sûrê dîrokî dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokê baroya me li ber çavê cîhanê hat qetilkirin. Piştre jî li Sûrê qedexe hat îlankirin. Bi vê re binpêkirinên mafan yên mezin hatin jiyîn. Me jî ev binpêkirin kirin rapor. Ji bo qedexe rabe biryar derneket. Sûr cihekî kev yê xwecihbûnê bû. sîvîl lê dijiyan.”   ‘Serlêdana tedbîrê hat redkirin’   Cemîleyê daxuyakirin ku ji ber riyên hiqûqa hundir bêbandor bûn,me serî li Dadgeha Destura Bingehîn da û wiha pê de çû: “Dadgeha Destura Bingehîn serlêdana me red kir. Muvekîlek min ji ber geşedanên Sûrê wê demê ji ber pevçûnan nikaribû ji Sûrê derkeve. Li min geriya û got dibe bombe îsabetê mala wê bike. Me jî li ser vê dîsa serî li Dadgeha Destura Bingehîn. Her çiqas qedexeya derketina derve ji aliyê Walîtiyê ve hatibe rakirin jî hîna bi awayekî fîîlî didome.”   ‘Runiştin aloz derbas dibin’   Cemîleyê balkişand ser doza Sûrê û got nêzî 50 kesî di dozê de tên darizandin û ev tişt bi lêv kir: “Zarokekî 14 salî di nav de heye. Jinên zarokên wan hene jî têde ne. Yên kal û pîr jî hene. Ji aliyê dadgehê ve bêtehemuliyek mezin hebû. Heyetê bi dehan carî di runiştinê de gotina sivîlên dihatin darizandin birî. Di runiştinan de her tim aloziyek hebû. Darizandinek adîlane tunebû.Ev doz nikare ji rayagiştî bê veşartin.”