Cezayê li Rojnamegeran birîn hat erêkirin 2018-11-29 12:12:54   STENBOL - Cezayê 9 sal û 9 meh ku ji ber "Nobedariya Gerînendetiya Giştî" ya Weşanê ji bo piştevaniyê ji aliyê rojnamevanan ve bi Rojnameya Ozgurgundemê re hatibû kirin li rojnamegeran birîn hat erêkirin.   Di doza "Nobeddariya Gerînendetiya Giştî ya Weşanê" a Rojnameya Ozgurgundemê ku bi KHK'ê hat girtin ji aliyê rojnamevanan ve bi armanca piştevaniyê hatibû kirin di 16'ê Çileya 2018'an de û rojnameger Ayşe Duzkan, Huseyîn Aykol, Mehmet Alî Çelebî, Huseyîn Bektaş û Ragip Duran jê dihatin darizandin biryar hat dayîn .Di biryara ku ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat dayîn de ji bo Huseyîn Aykol bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" 3 sal û 9 meh, ji bo Huseyîn Bektaş, Mehmet Alî Çelebî, Ayşe Duzkan û Ragip Duran jî cuda cuda  ji her yek ji wan re cuda 6 sal ceza birî.     Parêzeran ji bo parastinê dem xwest. Lê heyetê daxwaza parêzeran red kir û bêyî ku hin rojnameger parastinê bikin ceza da.    Piştî dadgehê biryar da, parêzeran serî li 3'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Stenbolê dabûn û îtîraz kiribûn. Heyeta dadgehê ku biryar nirxandin, cezayê dadgeha herêmî erê kir.