Îhaleya barkirina Heskîfê hat îptalkirin 2018-11-25 16:22:49   ÊLIH - 13'emîn Daîreya Şûraya Dewletê, ji bo îhaleya DSÎ ya li dijî bendava Ilisu ya Heskifê di bin avê de bihêle, biryara betalkirinê da. Wezareta Çand û Tûrzmê jî têkildarî ihaleyê lêpirsîn da destpêkirin.    Der barê warê dîrokî û çandî ya Heskîfê de gavek nû hat avêtin. 13'emîn Daîreya Şûraya Dewletê, ji bo îhaleya DSÎ ya li dijî bendava Ilisu ya Heskifê di bin avê de bihêle, biryara betalkirinê da. Wezareta Çand û Tûrzmê jî têkildarî ihaleyê lêpirsîn da destpêkirin.    Li ser Çemê Dîcleyê bi salan e projeya Bendava Ilisû ya ku tê gotin temenê wê 50 sal be ber bi dawiyê ve diçe. Dema deriyên bendavê bên girtin dê hezaran donim erd, bi dehan gund, dîrok û çanda navçeya Heskîfê ya 12 hezar sal dê di bin avê de bimîne. Li ser vê dirêjahiya 100 kîlomîtroyî ya bendavê tesîra herî neyînî li ser xweza û cûreyên sewalan bike. Bi dehan cûreyên çûk û sewalan dê qada jiyana xwe wan wêran bibe û tê gotin ku dê bêcih bimînin û cûreyên wan winda bibe. Tenê dê ne dîrok û çanda Heskîfê wê Çemê Dîcleyê yê ahengî û xweşikiya xemla xwe dide şûngehên dîrokî bê talankirin. Wê çemê Dîcleyê ji statûbûna xwe ya gelî ango çem derkeve û wê tenê bibe golek ku tu kes jê sûs wernagire. Ekolîjîst û saziyên peywîndar didin xuya kirin bi bendavê re dê cûreyê 123 sewalan bi tunebûnê re hevrû bimînin.