Li Cizîrê ji bo 9 taxan biryara ‘qada bi rîsk’ hat dayin 2018-11-25 09:08:10   ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo 9 taxan biryara ‘qada bi rîsk’ hat dayin. Ji bo vê serî li hemû riyên hiqûqî hat dayîn û piştî vê biryar bidin Dadgeha Destûra Bingehîn. Parêzeran li ser navê malbatan serlêdan kirin û sedema ku çima divê biryar betal bibe, di daxwaznameyê de bi hincetan vegotin.   Lijneya Wezîran di 1’ê Hezîrana 2016’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê li taxên Cudî, Kuştepe, Sûr, Deriyê Çiyê, Kale, Şah, Yafes, Alîbey û Nur 483.13 hektar qad wek qada bi rîsk îlan kir. Li ser vê TMMOB, şaredarî û 14 malbat bi hevkariya parêzerên xwe ji bo rawestandina biryarê serî li 14’emîn Daîreya Daniştayê dan. Piştre qeyûmê tayînê şaredariyê bû îtîraz şûnde vekişand û îtîraza 14 malbatan ji aliyê 14’emîn Daîreya Daniştayê ve biryara wê hat dayîn. Daniştay a îtîraz red kir, biryara Lijneya Wezîran hiqûqî dît. Piştî vê parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan.    Serlêdana temyîzê jî hat redkirin   Daniştayê, diyar kir ku di dema qedexeyê de 14 hezar û 183 avahî kêm zirar dîtiye, 2 hezar û 564 giran zirar dîtiye û 145 jî bi giştî hilweşyane û biryar red kir. Piştî vê biryarê serlêdana temyîzê li Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Daniştayê hat kirin û ev jî piştî demekê hat redkirin.