‘Peymana Stenbolê pêk nehat’ 2018-11-23 09:12:48   Gulîstan Azak   AMED - Parêzer Pîrozhan Karalî diyar kir ku peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, têkoşîna ku der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinê esas digire, li ser kaxizê maye û divê Tirkiye ku peyman îmze kiriye, tiştên hatiye ferzkirin, pêk bîne.   Parêzer Pîrozhan Karalî di van rojên ku 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li hemberî Şîdeta Li ser Jinê nêz dibe de pêkanînên Peymana Stenbolê ya ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye nirxand û got ev peyman ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinê tenê têr nake lê pêngavek girîng e. Pîrozhanê bi lêv kir ku Tirkiyeyê heta niha tu peyman û qanûnên der barê jinê de bi awayekî bi bandor pêk neaniye.   Pîrozhanê daxuyakirin ku Peymana Stenbolê di 2011’an de di dema wezîra polîtîkayên civakî û malbatî Fatma Şahîn de pêk hatiye û peymana Stenbolê berpirsyariyên mezin dide ser milê hemû rayedarên Tirkiyeyê û ev tişt daxuyand: “Peymana Stenbolê, riya xurtkirina jinan jî tê de, teşwîqkirina wekheviya mêr û jinê, pêşxistina polîtîkayên hestiyariya zayendî, pêşîgirtina şîdetê û di têkoşînê de, şerd dide pêş Tirkiyeyê. Tevî di ser peymanê de 4 sal derbas bûye jî Tirkiye hewcedariyên peymanê nayne cih. Li gorî rapora ku GRAVIO jî aşkera kiriye, Tirkiye di bin ‘rewşa navîn de’ tê nirxandin. Ev jî rewşa karesata Tirkiyeyê nîşan dide. Ger Tirkiye alîgirê peymanekê be, divê ferzkirinên wê jî pêk bîne. Li Tirkiyeyê qanûn û peyman heye lê li ser kaxizê dimîne. Em vê jî bi awayekî aşkera di rapora GRAVIO dibînin.”