Ji bo gumanbarê îstîsmara zayendî pêk anî 28 sal ceza 2018-11-20 09:08:09   ŞIRNEX - Li Cizîrê mêrê bi navê F.N zarokek 6 salî îstîsmar kir û ji doza li F.N hat vekirin de 28 sal cezayê girtîgehê hat birîn.   Li Cizîr a Şirnexê mêrê bi navê F.N (24) sala borî di meha kanûnê de zaroka 5 salî a bi navê E.D ku ji dibistanê diçû malê revand û îstîsmara zayendî lê kir. Malbata ku ji derengmayîna zaroka xwe ketin fikaran, îstîsmara zayendî derxistin holê û gilî kirin. F.N yê hat binçavkirin piştî îfadeyê hat girtin. Di îdianameya hat amadekirin de îfadeyên gumanbar, mexdur û muştekî hatin bicihkirin. Di rapora saziya tipa edlî de îstîsmar hat tespîtkirin.   Gumanbarê di doza li 2’emîn dadgeha cezaya giran a Cizîrê hat dîtin de îfade da wiha îdia kiribû ‘Zarokan dabû pey, min girt ku zirarê nebîne’. Ligel pedagog û şêwirmendên wezareta polîtîkayên civakî û malbatî îfadeya zarokê hat girtin û wan jî diyar kir ku li gorî îfadeyên zarokê ew serwext bûne ku bûyer pêk hatiye û daxwaz kirin ku tevlî dozê bibin. Heyeta dadgehê bi giştî 28 sal ceza li gumanbar birîn.   Dosya şandin Dadgeha Îstînafê.