Gûmanbarê êrîşa zayendî ku sûcê xwe îtîraf kir cezayê wî hat kêmkirin 2018-11-17 11:37:23   MÊRDÎN - Li Stewrê mêrê bi navê Î.Ç., sûcê xwe yê ku di îfadeya xwe ya yekem de îtîraf kiribû di daneşînê de red kir û xwe parast. Dadgehê jî Î.Ç. bi cezayekî kêm ceza kir û 12 sal ceza lê birî.   Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 15'ê cotmeha 2017'an de mêrê bi navê Î.Ç., li dijî zaroka 4 salî êrîşa zayendî pêk anîbû. Piştî ku zarokê tişta hat serê wê ji malbatê re got malbatê di 18'ê cotmeha 2017'an de li Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeya Stewrê serlêdana sûc kir. Li ser giliyê malbatê Î.Ç. hat binçavkirin. Îçe di îfadeya ku di bin çavan de da sûcê xwe îtîraf kir, di 21'ê cotmeha 2017'an de derket dadgehê û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Di rapora ku ji alyê Muduriyeta Tipa Edlî ya Mêrdînê ve hat amadekirin de sûcê Î.Ç. hat tespîtkirin.    Di daneşîna yekem ku di 12'ê sibata 2018'an de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin de, gûmanbarê ku sûcê xwe îtîraf kir Î.Ç.,  daxwaza berdana xwe kir. Heyeta dadgehê îfadeya Î.Ç. ya berê bi bîra wî xist û Î.Ç. jî got ku ew nizane çi gotiye û xwe parast. Heyeta dadgehê piştre biryar da ku Î.Ç. girtî bê darizandin û daneşîn taloqî 9'ê Nîsana 2018'an kir. Di daneşîna 2'emîn ku hat kirin de Î.Ç. dîsa heman parastin kir.    Heyeta dadgehê derbarê Î.Ç. de cezayê ku 19 sal bû bi hinceta ku temenê wî 18 salî ye kêm kir û daxist 12 salan. Dosya şandin dadgeha bilind.