Li gel rapora ku êrîşa zayendî piştrast dike cezayê bersûc hat daxistin! 2018-11-15 10:55:23   MÊRDÎN - Li Nisêbînê dadegeha ku di daneşîna derbarê  mêrê  bi navê Ferhat K. yê ku êrîşa zayendî pêk anî de da, li gel ku êrîşa zayendî ji aliyê nexweşxanyê ve hatibû raporkirin û li gel îfadeya kesa mexdûr cezayê bersûc kêm kir.     Li Nisêbîna Mêrdînê, Ferhat K.'yê 28 salî di 14'ê Çileyê de wêneyên tazî yên K.Y. wekî şantaj bikaranî û K.Y. îstismar kir. Di dema bûyerê de K.Y. ji nav destê Ferhat K. xwe xelas kir û xwe gihand noqteya kontrolê û tiştaên hatin serî vegot. K.Y. di nezareta pedagog de tiştên hatin serî vegot û piştî vê der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber vê Ferhat K. hat binçavkirin. Ferhat K., tiştên pê hat tawanbarkirin red kirin û îdia kir ku bêbextî lê hatiye kirin. Lê belê Ferhat K. hat girtin û ew şandin girtîgehê.    Ji ber zextan îfade guhert   Der barê Ferhat K. de bi tawanbariyên "bi zor û hîlekarî binpêkirina azadiyê" û "Êrîşa zayendî ya li dijî  zarokan" îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Danişîna dozê di 7'ê Gulanê de pêk hat. K.Y. di danişîna ewil de îfadeya xwe guherand û îdia kir ku Ferhat K. ew îstismar nekiriye. Lê belê pisporê pêzaniyê di beyana xwe de destnîşan kir ku mexdûr ji ber zext û zoriyan nikare tam bersiva pirsan bide û loma divê beyanên mexdûr esas neyên girtin.    Parêzerê K.Y. jî diyar kir ku ji ber malbata bersûc bi zext û zoriyan bi ser zarok de diçe wisa gotiye û divê îfade di çarçoveya beyanên pêzaniyê de bên qebûlkirin. Dadgehê biryara berdewamiya girtina Ferhat K. da û danişîn taloqî 2'yê Mijdarê kir.   Dadgehê ceza daxist    Di danişîna 2'yê Mijdarê de jî dadgehê biryara xwe daxuyand. Dadgehê bi tawanbariya "Êrîşa zayendî" 8 sal û bi atwanbariya "bi zor û hîlekarî binpêkirina azadiyê" jî 6 sal ceza li Ferhat K. birî. Dadgehê di herdu cezayan de bi "rewşa başiyê" li gel rapor û îdadeyan jî cezayê bersûc daxist û bi giştî 11 sal û 8 meh ceza li Ferhat K. birî.    Dadgehê di biryara xwe de îfadeya K.Y. qebûl kir û diyar kir ku bi hinceta "gef lê hatine xwarin" K.Yç di dema darizandinê de îfadeya xwe guherandiye, lê belê beyana pisporê pêzaniyê esas hatiye girtin. Dadgehê destnîşan kir ku sûc bi beyan û delîlan sabît e.