Mêrê ku keça xwe îstîsmar kir di rojekê de hat berdan 2018-11-13 09:17:20   ŞIRNEX - Derket holê ku li Sîlopiyê mêrê bi navê N.O li hember keça xwe îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk aniye. Derbarê N.O yê hat binçavkirin û roja din hat berdan de doz hatiye vekirin.   Li gorî rapora ÎHD’ê ya di meha Hezîranê de aşkera kiriye Tirkiye di sûcê îstîsmara li hemberî zarokan de di cîhanê de di rêza sêyem de ye. Di raporê de derket holê ku di 10 salên dawî de îstîsmara zarokan 3 qat zêde bûye.   Li Sîlopiya Şirnexê derket holê ku mêrê bi navê N.O yê 44 salî li hemberî keça xwe H. ya 15 salî îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk aniye. Piştî doza derbarê N.O de hat vekirin şûnde rojekê di bin çavan de hat girtin û piştre hat berdan.   ‘Şîdet îtîraf kir’   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin N.O di 10’ê Gulanê de li polîs digere û dibêje ‘Malbata min, bi gotina min nake, aramiya min tune ye’. Polîsên tên malê di dema îfadeyan de di encama vegotinên H. ya 15 salî de sûcê şîdet û îstîsmarê derketiye holê. Li ser vê yekê N.O tê binçavkirin û sûcê xwe înkar dike û H û dayika wê gilî dike. Ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve ji sûcê ‘Li hember zarokê îstîsmara zayendî û kes ji huriyeta wê bêpar hiştin’ lêpirsîn hat vekirin. N.O di îfadeya xwe ya dozgeriyê de got ‘Min kulm lê da ji pozê wê xwîn hat. Şaş fêm kir’.   Doza cemawerî hat vekirin   H. û dayika wê N. jî di îfadeya dabûn dozgeriyê de gotin ‘şaş hatiye fêmkirin’ û îfadeya xwe guhertin û dozgeriyê jî bi biryara ‘gumana têr a sûc ava bûye’ doza cemawerî vekir.