Cerdevanên şahidê îstîsmara zayendî kê diparêzin? 2018-11-10 09:07:54   ŞIRNEX - Li Cizîrê cerdevanên ku bûn şahidên îstismara mêrê bi navê S.K li zaroka 13 salî kir, îfadeya di dema lêpirsînê de dan, şûnde kişandin û gumanbar parastin. Tenê gumanbarekî îfadeya xwe dubare kir û rûniştina dozê wê 28’ê Mijdarê de bê dîtin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê mêrê bi navê S.K (20) di meha Adarê de li ser riya Cizîr- Nisêbînê zaroka 13 salî B.O îstîsmar kir. Der barê bûyerê de doz hat vekirin. Derket holê ku S.K bi hinceta zarokê bibe dibistanê gazî kiriye û kêr derxistiye, tehdîd kiriye û îstîsmara zayendî pêk aniye. Cerdevanên ku qêrîna zarokê bihîstin, wesayît dîtin û cendermeyên hatin cihê bûyerê S.K bin çav kirin. Malbata zarokê ya serlêdana sûc kirin gilî kirin. S.K hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê. Di îdianameyê de ji bilî îfadeyên gumanbar, mexdur, muştekî û şahidan, raporên ji SaziyaTipa Edlî ya Wan û Stenbolê hatine girtin jî cih girtin. Raporan îstîsmara zayendî piştrast kirin.   Cerdevanan di rûniştinê de îfada cuda dan   Cerdevanan di dema lêpirsînê de gotibûn ; “Me rojê îxbara wesayîta bombebarkirî girtibû. Me ew wesayît jî li wir dît û deng jê dihat. Em nêzî wê bûn. Heta cenderme hat, ajokar derî venekir. Çawa cenderme hat, derî vekir û kulmek li cerdevan xist û hewl da bireve. Me kelepçe kir û binçav kir. Zaroka ji wesayîtê derket giriya û got ‘hewl da tecawiz bike’. Me ev tişt dîtin.”   Piştî îdianame hat amadekirin şûnde li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê rûniştina ewil hat dîtin. Bavê muştekiyê M.O jî giliyê xwe şûnde kişand û şahidan jî îfadeyên xwe guhertin.   Cerdevanên di îfadeya xwe ya ewil de gotin S.K tazî bû, di runiştinê de gotinên xwe derewandin û wiha gotin: "Fermandarê cendermeyan ji fermandarê me yê tîmê re got. Li ser vê em çûn cihê bûyerê. Me ewlehiya derdorê girt. Heta cenderme hatin kes ji wesayîtê peya nebû.Çawa cerderme hatin em şûnde çûn. Cenderme mudaxale kir. Ji wesayîtê jinek derket. Cilên wê li ser bûn. Pişta me li wan bû me derdor kontrol dikir. Me nedît keçik giriya an na. Cama wesayîtê reş bû me hundir nedît."   ‘Keçik bi girî ji wesayîtê derket’   Şahid H.B jî îfada ewil dabû dubare kir û got: “Em sibeha bûyerê li fermandariya cendermeyan bûn. Îxbar hatibû. Ez parêzvanê fermandarê navçeyê û di heman demê de ajokar im. Em li TUVRUK’ê çûn cihê bûyerê û wesayîtek biguman li wir bû. Cerdevanan ewlehî girtibû. Fermandarê me bi unîforma fermî ji wesayîtê derket. Di wê navberê de gumanbar jî derî vekir. Keçikek biçûk ji deriyê rast yê pêş bi girî derket û revya cem fermandar. Min nedît keçik bi fermandare axivî an na. Gumanbar reviya. Kesê hewl da pêşî lê bigire jî, rastî êrîşa wî hat.”   Rûniştina sêyemîn a dozê di 28’ê Mijdarê de tê dîtin.