Mexdûrên Komkujiya Enqereyê: Heta kujer bên darizandin em ê li vir bin 2018-11-08 14:16:20   ENQERE – Di Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê de, ji mexdûran Zohre Tedik bi çavên tije rondik axivî û got: “Zarokên me yên ku me nedixwest ji xew şiyar bikin tên kuştin. Heta dilopek xwîna  me hebe, em ê li vir bîn û em ê doza darizandina kujeran bikin.”   Danişîna Doza 16 bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqerê, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê berdewam dike.    Berî danişînê li ber edliyê daxuyanî hat dayîn. Di danişînê de malbatên 103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mensûr Işik, Nûran Îmîr, Hevseroka Giştî yê KESK’ê Aysûn Gezen, Seroka Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan û Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Ozturk Turkdogan beşdarî danişînê bûn.     Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Bi destpêkirina danişînê re hat dîtin ku di şandeya dadgehê de guhertin çêbûye. 30 parêzer beşdarî dozê bûn.     Serokê dadgehê, xwest Mustafa Budak ê jiyana xwe ji dest dayî parastinê bike, lê rastî bertekên kesên di salonê de hat. Li ser vê yekê hevjîna Mustafa Budak Hanîfe Budak bertek nîşanî serokê dadgehê da û got: “Hevjînê min jiyana xwe ji dest da, lê ez li vir im.”   Dûre Parêzer Sevînç Hocaogullarî parastin kir û wiha bilêv kir: “Berî 3 salan komkujiyek hat jiyîn. Pêvajoya lêpirsînê ji me veşartî hat temamkirin. Ji ber vê yekê me got dê edalet neyê cih. Hûn dixwazin li gorî sînoran edaletê bînin cih, lê ev ne pêkane.”   'Komkujiyek siyasî ye’   Serokê Baroya Îzmîrê Parêzer Ozkan Yucel jî xwest beşdarî dozê bibe. Ozkan, diyar kir ku Baroya Îzmîrê dixwaze gel malbatên edaletê dixwazin cih bigirin û wiha got: “Ev komkujî siyasî ye û divê aliyê siyasî yê vê dozê derbikeve  holê.”   'Em ê bendemayîna xwe berdewam bikin'   Hevseroka Komeleya Aştî û Piştevaniya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîcî Coşgun jî anî ziman ku di doza komkujiyê de darizandinek adîlene tune ye û xwest edalet bê cih.   Hevjîna Mûstafa Budak ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Hanîfe Budak jî, destnîşan kir ku hevjînê wê di sala 2015’an de ji bo beşdarî mîtînga aştiyê bibe ket rê û di teqînê de birîndar bû. Budak, da zanîn ku ew mafê hevjînê xwe dixwaze.   Mexdûr Zohre Tedik jî bi çavên tije rondik wiha axivî: “Zarokên me yên, me nedixwast em wan  ji xew şiyar bikin hatin kuştin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê, em ê li vir bîn û em ê doza darizandina kujeran bikin. Em dibêjin wijdan wijdan. Baweriya me bi edaleta we hat. Ev şande bû kevir û bû pênûs. Bersûc qet neanîn vê derê û lêpirsîn berfireh nekir. Gelo hûnê çawan kiribin razin. Ez cardin dixwazim baweriya min bi edaletê were.”