Doza 10 parêzkarên mafên mirovan hat tarloqkirin 2018-11-07 12:04:56   Leyla kevser özkaynak   STENBOL - Doza ku 10 parêzkarên mafên mirovan û Serokê Rûmetê yê Rêxistina Afê Taner Kiliç dihat darizandin hat tarloqkirin.    10 parêzkarên mafên mirovan li Buyukadaya Stenbolê hatibûn binçavkirin. Piştre dosyaya doza 10 parêzkarên mafên mirovan û Serokê Lijneya Rêveberiya Rêxistina Afê ya Şaxê Tirkiyeyê Parêzer Taner Kiliç kirin yek. 6'emîn rûniştina doza 10 parêzkarên mafên mirovan û parêzer Taner Kiliç li 35'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edliyeya Çaglayanê hat dîtin. Ji Rêxistina  Afê ya Navneteweyî, Danimarka, Îngilistan, Swêd û Fransayê kesên payebilind beşdarî rûniştinê bûn.    Parêzerên 10 parêzkarên mafê mirovan bi dor daxwazên xwe anîn ziman. Parêzeran ji îfadeya bi guman a şahidan îtiraz kirin. Parêzkarên Mafên Mirovan daxwaza beratê kirin.    Rûniştin  dê di 21'ê Adara 2019'an de pêk were.