Doza Fîgen Yuksekdag hat taloqkirin 2018-11-05 12:08:15   ENQERE - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê  Figen Yuksekdag ku girtî tê darizandin, li Enqere berdewam kir. Heyeta dadgehê bi sedema "Şika sûc a bi hêz" heye dîsa berdewamiya girtina Fîgenê xwest û ew berneda.    8'emîn danişîna doza Hevseroka Gişti ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Figen Yuksekdag li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Danişîn li salona Kampusa Girtîgeha Sincanê pêk hat. Fîgen Yuksekdag mezaret nîşan da û tevli danişînê nebû. Heyeta dadgehê bi sedema der bare Fîgenê "Şika sûcê bi hêz" heye berdewama girtina wê xwest û ew dîsa berneda. Heyetê danişina dozê taloqî 16'ê Çileya 2019'an kir.