Lêpirsîna Selamet Yeşîlmen:Rapor heye, şahid heye lê sûcdar tune ye 2018-11-05 09:12:22   MÊRDÎN - Selamat Yeşîlmen li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna der barê mirina Selamet Yeşîlmen de tevî îfadeyên şahidan û raporên otopsiyê, tu pêşketin tune ye. Dozger îdia kir ku ‘delîlên baş tune ye’.   Li Nisêbîna Mêrdînê di 3’ê Mijdara 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di roja sêyemîn de di (15’ê mijdarê) Selamet Yeşîlmen (44) bû hedefa guleyan û jiyana xwe ji dest da. Selamet li taxa Firat li baxçeyê mala xwe bû hedef û dayika 5 zarokan bû. Di bûyerê de 2 zarokên wê jî birîndar bûn.   Di rapora otopsiyê ya Selamet Yeşîlmen de wiha hat gotin ‘Parçeyên metalê yên li bedena wê ketine, hestiyên wê şikandine û organên wê yên hundir birîndar bûne û miriye.’ Tevî îfadeyên şahidan ku gule ji ku hatiye jî di dosyayê de tu pêşketin çê nebû.   Dozger Delîlên têr tune ye   Selamet Yeşîlmen li baxçeyê mala xwe bûbû hedefa guleyan û bi saetan destûra hatine ambulansê nedan. Heta Selamet birin nexweşxaneyê ji ber xwîna wê zêde çû jiyana xwe ji dest da. Parêzeran der barê bûyerê de li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê serlêdana sûc kirin. Di lêpirsîna hat vekirin de, raporên otopsiyê û îfadeyên şahidan cih girt.   Tevî di ser dosyayê de 3 sal derbas bûye jî di dosyayê de tu pêşketin çê nebû. Dozgeriyê got ‘delîlên têr tune ye, em nikarin kujeran bibînin’ û dosya hîlanin. Tevî îfadeyên şahidan û daxwazên parêzeran lêkolînkirina dîmenên cihê bûyerê red kir.