Pêşnûmeya nefeqê ya AKP’ê cesaret da mêran 2018-11-05 09:09:57   Safiye Alagaş   STENBOL - Guherînên ku hikûmeta AKP’ê dixwaze di sererastkirina nefeqê de bike, mêrê bi navê Rauf Ahmet Gungor ê ev 8 sal e mehê 200 TL nefeqe dide Tulay Tatar a dest jê berdabû, xist nav tevgerê. Rauf îdia kir ku hewcedariya Tulay ya ku naxebite û debara xwe nikare bike, bi nefeqê tune ye. Dadgehê jî doza ji bo betalkirina nefeqê hat vekirin red kir.   Sererastkirina nû ya ku tê xwestin bînin, der barê nefeqeyê de jî guherînan, dihewîne. Bi van guherînan re kesê nefeqê digire, rewşa wan wê 2 salan carê bê lêkolînkirin. Di encama vê lêkolînê de wê ji bo dayîna nefeqê ji nû ve biryar bê dayin. Di rewşa heyî de mêr ji bo nefeqê nedin, serî li her rê didin. Mînakek vê jî Rauf Ahmet Gungor ê 8 sal e 200 TL nefeq dide ye.   Rauf Ahmet Gungor ê li Stenbolê dijî di 2010’an de dest ji Tulay Tatar berda. 3’emîn Dadgeha Asliyeyê ya Buyukçekmeceyê biryara 200 TL nefeqe ji bo Tulay bê dayîn, da. Ahmet ev 8 sal e mehê 200 TL nefeqe dide Tulayê. Di vê pêvajoyê de di nefeqeyê de tu guherîn pêk nehat.   Rauf Ahmet îdia kir ku hewcedariya Tulayê bi nefeqê tune ye û li 2’emîn Dadgeha Malbatî ya Kuçukçekmeceyê doz vekir û daxwaz kir ku nefeqe bê birîn.   Rauf Ahmet di daxwaznameya xwe de got Tulay ev demeke meaşê teqawîtbûnê ya ji bavê wê maye digire û got ji ber vê hewcedariya wê bi nefeqê tune ye. Rauf Ahmet her wiha got ew jî teqawît e, kurê wê ligel wê ye, kirê dide û got: “Tulay ligel dayika xwe dimîne û meaşê bavê xwe digire. Ez daxwaz dikim ku nefeqe bê birîn.”   Tulayê diyar kir ku di îfadeya daye dadgehê de diyar kiriye ku doz bê maf e û diyar kir ku jiyana xwe bi zorê didomîne û wiha got: “Belê ev demeke ez meaşê bavê xwe digirim. Lê têr nake. Rewşa Rauf Ahmet baştir e. Bi salane 200 tL dide. Ji ber niyeta baş min daxwaz nekir ku nefeqe bê zêdekirin. Em sê xwişk û bira ne. Dayika me bi dorveger li cem me dimîne. Tulayê rapora piştî emelyetê ji bo wê hatiye dayîn da dadgehê û biryara redkirina dozê da.   Dadgehê doza Rauf Ahmet vekir, red kir.