Doza jê re gotin ‘di alî fîzîkî de dişibe’ biryara neşopandinê danê 2018-11-04 09:24:03   ŞIRNEX - Sakîne Durmîş ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest da û sê sale cenazeyê wê nayê dîtin, derket holê ku ji bo serlêdanên girtina cenazê û lêpirsîna mînaka xwînê neşopandin hatiye dayîn. Di girteka ji bo dozê hatiye amade kirin de jî wiha tê gotin: “ Di alî fîzîkî de dişibê. Lê bi awayekî zelal tespîtkirin ne pêkan e.”   Di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de di pevçûnên hatin jiyîn de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Hîna 14 cenaze winda ne. Tevî hemû hewldanên malbatan hîna cenaze nehatine dîtin. Yek ji van cenazeyan jî yö Sakîne Durmîş e.  Ji bo cenazeyö Sakîneyê bê dîtin doz hat vekirin û derket holê ku biryara neşopandinê dane ser dozê. Di dosya ku îfadeya sê şahidên veşarî heye de dozgeriyê got ‘Ji bilî şibandinê tespîtek zelal tune’ û biryara neşopandinê da.   Gotin ‘mînaka DNA’yê lê nayê’ û doz girtin   Malbata Sakîneyê ji çapemeniyê hîn bû ku keça wan Sakîneyê li Cizîrê jiyana xwe ji dest daye. Malbat ji Wanê hatin Cizîrê û ji bo DNA’yê xwîn dan. Xwîna di 2’ê Tebaxa 2016’an de hat dayîn bi mehan encamên wê nehatin. 3 meh şûnde di 24’ê Mijdara 2016’an de biryarek ‘cenazeyek li gorî mînakên xwînê nehatiye dîtin’ hat dayîn û biryara neşopandinê dan serlêdanê.