Ji bo Meles Tekîn a girtî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ 2018-10-27 09:16:05   MÊRDÎN - Girtiya nexweş Meles Tekîn, ku sewqî Edeneyê hat kirin, ji aliyê STE’ê rapora ku 5 meh şûnde hat amadekirin de hat gotin ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ Parêzerên Meles ya ku gelek nexweşiyên wê hene, der barê rapora hatiye şandin de îtîraz kirin û serlêdana berdana bi kontrol kirin.   Meles Tekîn ya 73 salî li Mêrdînê di meha Nîsanê de bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê heye hat girtin û şandin girtîgehê piştre jî sûrgunê girtîgeha Elezîzê kirin. Meles ji ber pirsgirêkên tenduristiyê derxistin revîrê û piştre ji bo rapora Saziya Tipa Edlî sewqî Edenê kirin. Bi biryara doktorê revîrê re Melesê li koxuşê dermankirina diyalîzê dît û rapora STE’ê jî 5 meh şûnde derket.   Daxwaza berdana bi kontrol û hepsa malê hat redkirin   Tevî ku hat gotin wê rapor di 2 mehan de derkeve, 5 meh şûnde hat derxistin û di raporê de hat gotin ku kêmasî hene û Meles dikare di girtîgehê de bimîne. Bi vê raporê re daxwaza parêzeran a berdana bi kontrol û hepsa malê hat redkirin. Meles ku gelek nexweşiyê wê hene, herî dawî bi daxwaza doktorê revîrê biryar hat dayîn ku Meles li koxuşê dermankirina diyalîzê bibîne. Meles ku bi alîkariya hevalên xwe hewcedariyên xwe yên rojane dibîne, nexweşiyên wê yên dil, sîng, tansiyon û şekir heye. Meles ya ku tansiyonê wê her tim bilind dibe, du rojan carê derdixin revîrê.    Keça wê Emîne Tekîn diyar kir ku dayika wê Meles ji ber nerehetiya kezebê di meşê de zehmetiyan dikşîne û wiha got: “Ji ber evqas nexweşiyên wê hene me got wê berdin. Lê birin Edenê jî tiştek nebû. Doktorê revîrê sewq kir. Niha dibêjin dikare di girtîgehê de bimîne. Em diçin serdana wê moralê xwe hewl dide baş bigire. lê gelek nexweşiyên wê hene.” Parêzerên wê jî der barê raporê de îtîraz kirin û daxwaza berdana bi kontrol kirin.