Aqûbeta serlêdana li emniyetê hat kirin çi ye? 2018-10-26 09:07:24   ŞIRNEX - Di qedexeya li Sîlopiyê de li taxa Şehîd Harun di encama bombeya hat avêtin de Fatma Yîgît a 17 salî jiyana xwe ji dest dabû. Der barê bûyerê de ku çi hatiye jiyîn de serlêdana sûc hat kirin lê hat hînbûn ev 3 sal in belgeyên têkildarî bûyerê de neşandine dozgeriyê.   Di qedexeya derketina derve ya sala 2015’an a li Sîlopyaya Şirnexê de gelek kesî di dema pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn. Li taxa Şehîd Harun jî ku nediket çarçoveya qedexeyê di encama bombeya hat avêtin de Fatma Yîgît a 17 salî jiyana xwe ji dest da. Di bûyera di 12’ê mijdarê de pêk hat de polîsan nehiştin Fatma ya birîndar rakin nexweşxaneyê û di rê de ji ber windabûna xwînê jiyana xwe ji dest da.   Malbatê li ser rapora ji nexweşxaneyê girt û îfadeyên şahidan li Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyê gilîkirin û hat hînbûn ku belgeyên der barê serlêdanê de qet ji emniyetê derneketiye û lêpirsîn nehatiye destpêkirin.   Belge li emniyetê man!   Di rapora otopsiya Fatmayê de jî îfadeya ‘bi çekê hatiye kuştin’ cih girt. Piştî rapor derket malbatê serlêdana sûc li emniyetê kir. Parêzerên ku hewl dan hîn bibin der barê serlêdanê de pêşketin heye an na, dosyayek lêpirsînê nedîtin. Di encama lêkolîna hat kirin de hat hînbûn ku tevî 3 sal derbas bûye hîna dosya li emniyetê ye û neçûye dozgeriyê.   Parêzeran diyar kirin ku wê dîsa serlêdanê bikin û dosyayê ji nû ve vebikin.