Songul Ozunver:Ne pêvajoyek hêsan bû lê biryarbûna me xera nekir 2018-10-25 09:31:10   Hîkmet Tunç   WAN - Di doza cerdevan Tekîn Gulaçti de ku du jê astenddar  li dijî 3 xwişkan êrîşa zayendî pêk anîn de li gumanbar 40 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Aktîvîst Songul Ozunver diyar kir ku ev doz ji bo dozên din ên bi vî awayî girînge û got ev bi piştevaniya jinê bi encam bûye.   Li navçeya Payîzava ya Wanê li gundekî cedervanê bi navê Tekîn Gulaçti 2 jê astengdar li dijî 3 xuşkan êrîşa zayendî pêk anîbû. Di doza ku tekîn girtî dihat darizandin de heyeta dadgehê 40 sal û 10 meh ceza birî. Aktîvîst Songul Ozunver diyar kir ku doz du sal bû berdewam dikir û got ev biryar ji bo hemû dozan wê bi bandor be.   Songulê bi lêv kir ku wan bi şikestinek mezin runiştin dişopandin û wiha got: “Tevî ku doza cemawerî bû malbat di alî aborî û manewî de tenê hat hiştin. Tevî ku bi dehan carî min di roportaj û çapemeniya civakî de parve kir jî rojên runiştinê ez, hevalên rojnameger û bavê wan diman. Me heta dawî têkoşîn da. Di encama hewldana mezin de me piştevanî mezin kir lê tişta herî zêde em xemgîn kirin malbat û zarok tenê hatin hiştin bû. Çima tu xizmekî piştgirî neda? Wekê ew sûcdarin nêz bûn. Aliyê dijberê wan jî her tim xurt bûn. Aliyê sûcdar xurt bû.”   ‘Ne pêvajoyek hêsan bû’   Songulê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ne pêvajoyek hêsan bûye û bi taybet jî ji bo malbat û zarokan pêvajoyek pir giran bû. Songulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê erdnîgariyê bi taybet dema ferzkirina namûsê tê gotin her tişt disekine ji bo mêran. Me tu xizmek malbatê li cem wan nedît. Malbat ji Geverê li gundê Payîzava ya Wanê bi cih bibû. Piştî îstîsmarê li taxek Wanê bi cih bûn. Jiyanek ku qet nizanibûm jiyan. Malbat di alî aborî û manewî de pir pisgirêk jiyan.” Sonulê her wiha bi lêv kir ku malbatê 2 salan şert û mercên giran jiyane û heta bavê zarokan gotiye ‘Ez êdî nikarim berxwe bidim. Ezê zarokên xwe bikujim. Ezê întîxar bikim.’Songulê ev tişt bi lêv kir: “Ez û hevalên xwe çûn serdana wan. Me ji bav re got ‘sebr bike, dibe pêvajo dirêj berdewam bike, lê emê teqez derbas bikin’. Me hinek bi gotinan ew rehet kir. Em her tim çûn hatin. Me her tim telefon jî kir.”   Songulê got hîna pêvajoya dozê neqedyaye û got ev biryar emsal bû û ji bo dozên îstîsmarê yên din jî mînake û got ew hêvîdarin ku ev biryar xeranebe. Songulê di dawiya axaftina xwe de got ew şopdarê biryara ku ji dadgeheriya bilind tê ne.