Ji bo dosyaya Asya Yuksel biryara neşopandinê hat dayîn 2018-10-24 09:11:36   ŞIRNEX - Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de di jêrzemîna malekê de hat qetilkirin, der barê dosya wê de biryara neşopandinê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê got di êrîşên hatin kirin de sînorê parastina rewa nehat derbaskirin.   Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê di biryara ku der barê doza hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê ya di qedexeyan de di jêrzemînê de hat qetilkirin de wiha got: “Di dema qedexeya derketina derve pêk dihat de di operasyonên giran de di 09.02.2016’an de li taxa Cudî li kolana Nîran xaniyê hejmar 7 de cenazeyê Asya Yuksel hatiye dîtin û birine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.”   Yên Asya qetilkirine, parastina rewa kirine!   Piranî jê birîndar 150 kesên di encama êrîşê de hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan û di biryara ku hat dayîn de hat gotin êrîşên hatine kirin ‘sînorên parastina rewa derbas nekiriye’ û ji ber vê jî di mirina wan de tiştekî li dij hiqûqê tune ye. Hat diyarkirin ku wê di rojên pêş de îtîrazê biryarê bê kirin.