Mêrê ku Nejla Demîrcî derp kir doza wî dîsa hat taloqkirin 2018-10-23 13:15:35   STENBOL- Mêrê bi navê Murat Tîryakî yê ku derhêner Nejla Demîrcî derp kirîbû û gef lê xwaribûn ,derheqê  wî  de doz hatibû vekirin û doza lê hat vekirin hat taloqkirin.       Derhêner Nejla Demîrcî 1'ê Gulanê di sala 2015'an de ji aliyê şagirtê kuaforê Murat Tîryakî ve hatibû derpkirin û bi gefên nefretê re rû bi rû ma bû. Piştî bûyerê Nejlayê derbarê Murat Tiryakî de li emniyetê gilî kiribû û der barê Murat Tiryakî de doz hatibû vekirin. Doza ku hatibû vekirin daneşîna wê  li 39'emîn Dadgeha Cezaya Asliyê hate dîtin. Di daneşînê de Nejla, parêzera wê Gûlnaz Dal Şahîn, Gûlîzar Tuncer û bersûc Murat Tuncer parêzerî wî Sertaç Goray tevlî bûn. Her wiha meclîsa jinan jî li wir amade bû.   Pitî ku girtekên berê hatibûn girtin hatine xwendin, ji aliyê heyeta dadgehê ve biryar hat dayîn ku dosya ji  Tipa Edlî ya daîreya 2'emîn a  îhtîsasê re bê şandin. Nejlayê ji dadgehê xwest ku di dema derpkirinê de birînên hatine tespîtkirin bên raporkirin.   Heyeta dadgehê daneşîn taloqî 25'ê çileya sala 2019'an kir.