Du sal piştî mirina Mehmet ê 11 salî şûnde heyeta kesên dizane kom bûn! 2018-10-22 09:08:26   ŞIRNEX - Li Sîlopiya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de, di encama ku guleya topê li mala wan ket, Mehmet Mete yê 11 salî jiyana xwe ji dest da. Piştî 2 salan şûnde, Dadgeha Îdareyê daxwaz kir ku heyeta kesên dizane ji bo dozê bên cem hev.   Li Sîlopiya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de, di encama ku guleya topê li mala wan ket, Mehmet Mete yê 11 salî jiyana xwe ji dest da. Di 21’ê Kanûna 2015’an de li taxa Karşiyaka guleya topê li malekê ket û pareyê şarapnelê li serê Mehmet yê li malê dilîst ket. Malbatê bi dehan carî li ambulansê geriya lê bi hinceta ‘qedexe heye’ ambulans neşandin taxê. Mehmet yê bi giranî birîndar bû, li ber çavan terkî mirinê hat kirin û di lêpirsîna derbarê bûyerê de hat destpêkirin de hîna tu pêşketin tune ye. Dozgeriyê heta niha tenê îfada malbatê girt.   Piştî du salan şûnde heyeta kesên dizane kom bû   Di îlona 2016’an de li Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê lêpirsîn hat vekirin û ev du sale ji bilî rapora otopsiyê û îfadeyên malbatê tiştek di dosyayê nehat zêdekirin. Herî dawî Dadgeha Îdareyê biryara tayînkirina heyeta kesên dizane, da. Nayê zanîn ku heyeta nû kom bûye wê raporê kengê temam bike. Şopa guleyan a li mala Mehmet kest hîna wisa sekiniye.    Ez ê heta dawiya jiyana xwe hesab bipirsim   Gurbet Mete diyar kir ku dema îfadeya wê hatiye girtin jê pirsa ‘kê wisa kiriye’ pirsîne û wiha got: “Li şûna ew bersivê bidin tên ji min dipirsin. Di xendekê de bûna wê wisa canê min neşewitya. Min ê bigota pevçûne, lê hatin di hundir de li kurê min xistin. Dixwazin hemû Kurdan jî wisa bikujin. Mîlyonan jî bidin min ez dest ji gilîyê xwe bernadim. Ez ê heta dawî hesabê kurê xwe bipirsim.”