Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Doz taloqî 10'ê Kanûnê hat kirin 2018-10-19 12:58:05   MÊRDÎN - 4'emîn danişîna doza 53 kesên li Nisêbînê di dorpêçê de hatin girtin, di roja 5'an de berdewam kir. Di danişînê de kes nehat berdan û doz taloqî 10'ê kanûnê kirin. Prz. Mehmet Alparslan, diyar kir ku şahid di rojekê de 343 kes teşhîs kirine.    4’emîn danişîna Doza Nisêbînê ya 53 kes jê girtî tên darizandin di roja 5'emîn de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dewam kir. Di danişînê de tu kes nehat berdan.  Danişîn, li salona Saziya Ewlehiya Civakî (SGK)  ya Mêrdînê pêk hat. Di danişîna îro de hin girtî û parêzerên wan amade bûn. Malbatên 10 girtiyan û parêzera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay  jî doz şopand.    Piştî diyarkirina nasnameyan Prz. Mehmet Alparslan parastin kir û diyar kir ku di dosyayên 53 kesan de cuda cuda kijan kes beşdarî kijan çalakiyan bûye nehatiye diyarkirin û wiha got: "Di dosyayê de 780 mexdûr hene. Muwekilên min ji kijan zarara ku daye kijan mexdûrî tê darizandin ne diyar e. Wekî ku mexdûriyeta 780 kesan tenê ji aliyê 53 kesan ve pêk hatiye hatiye nişandan. Lê tiştekî zelal û rast tune ye. Divê ev îdîanameya ku hatiye amadekirin betal bibe.    'Di rojekê de kesek nikare 343 kesî teşhîs bike'   Mehmet Alparslan, destnîşan kir ku li gorî dosyayê kesekî di rojekê de 343 kes teşhîs kirine. Di rojekê de kesek dikare 12 - 15 kesan teşhîs bike. Lê ev kes di rojekê de 343 kesan teşhîs dike. Ev ne pêkan e. Dîsa kesê wekî îtîrafkar navê wî derbas dibe H.B.A. li ser riya SEGBİS'ê îfade da. H.B.A., jî tahliyeya xwe xwest.    Doz hat taloqkirin   Piştî parastinê heyetê biryar da ku hemû girtî dîsa girtî bên darizandin û danişîna dozê taloqî 10'ê kanûnê kir. Heyetê biryar da ku danişîna li pêş dê 5 rojan berdewam bike.