Doza Nisêbînê: Girtiyê ku Tecrîd şermezar kir pişta xwe da dadgehê 2018-10-16 13:37:56   MÊRDÎN - Daneşîna 4'emîn a doza 53 kesên ku li Nisêbînê hatin girtin jê tên darizandin di roja duemîn de berdewam dike. Girtiyên ku di roja 2'emîn de parastin red kirin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.   Daneşîna 4'emîn a doza 53 kesên ku li Nisêbînê di dema qedexeya kolanan a 2016'an de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin ji aliyê  4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve li ku salona SGK'ê di roja duemîn de berdewam dike.  Di daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyan hat testpêkirin de ji malbatan tenê 10 kes girtin salonê û ji aliyê parlamenterê HDP'ê Tuma Çelîk ve jî tê şopandin di bin dorpêça leşker û polîsan de hat destpêkirin.   'Ez bi armanca şermezarkirina tecrîdê parastinê nakim'    Di serî de girtiyê bi navê Bawer Başkan ku ji Girtîgeha Osmaniyeyê ya Tîpa T ya hejmar 2 anîn parastin kir. Bawer ê ku parastina xwe bi kurdî kir, diyar kir ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dike û bi armanca şermezarkirinê parastina xwe taloqî sibe dike. Bawer ê ku sedema  çima parastina xwe nake jê nehat pirsîn ji aliyê serokê dadgehê ve hat bêdengkirin, piştre wiha got: "Ez tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna şermezar dikim û biryara ku DMME'yê jî ya derbarê Abdullah Ocalan de da jî şermezar dikim. Ew biryarek dijmirovî ye. Ev biryareke siyasî û berdewamiya komployê ye. Bi armanca ku ez van pêkanînên dijmirovî şermezar bikim ez parastina xwe nakim."   'Dadgehê şermezarkirin wekî mafê bêdengbûnê nirxand   Pişter serokê heyeta dadgehê ji Bawer re got ku ew ê vê helwesta wî ya şermezarkirinê wekî mafê ne axaftinê bigirin dest û û ew ê darizandina wî ya piştî vê jî bi vî rengî bê kirin. Bawer li ser sûcariyên ku derbarê wî de hatin kirin jî axivî û wiha got: "Ez van sûcdariyan qebûl nakim. Ev îfade bi darê zorê bi me hatin dayîn û wekî hemû tiştê hûn dikin derewîn in. Ez van sucdariyên we qebûl nakim û ez ê parastina xwe sibe bikim."   Piştre heyeta dadgehê 10 deqe navber da.   Heta ku parastin qediya pişta xwe da heyeta dadgehê    Piştî navberê Omer Karataş ê ku ji Girtîgeha Osmaniyeyê ya hejmar 1 anîn axivî û wiha got: " Ez tercrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar dikim. Ji ber vê ez ê parstinê nekim û ez ê parastina xwe sibehê bikim." Piştre Omer pişta xwe da serokê dadgehê yê ku îdaname xwend û bersîv da. Omer ê ku heta parastin qediya pişta xwe da serokê dadgehê pîtî parstin bi dawî bû li cihê xwe rûnişt.   Daneşînê piştî nîvro berdewam kir.