Bersûcê îstismara zayendî di rûniştina yekem de hat tehiliyekirin 2018-10-12 13:10:06   ÎZMÎR - Mamosteyê Agahiya Ehlaq û Çanda Olê Çetin O. û mudurê dibistanek navîn a Navçeya Karabaglarê 6 xwendekar bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Çetin O. di yekemîn rûniştina doza ku dihat darizandin de hat tehliyekirin.    Mamosteyê Agahiya Ehlaq û Çanda Olê Çetin O. û mudurê dibistanek navîn a Navçeya Karabaglarê ya Îzmîrê 6 xwendekar bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Bi gilîkirina zarokan bûyer derket holê. Di çarçoveya lêkolîna derbarê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê Çetin O. ji kar dûr xist. Ji ber ku malbat bûn gilîkar loma bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê Çetin O. di 19'ê Nîsanê de hat binçavkirin. Çetin O. rojek şûnde hat girtin.    Çetin O. di rûniştina yekem de hat tehliyekirin.   Parêzera xwendekaran Ceren Şen diyar kir ku hemû malbat bê tirs mafên zarokên xwe diparêzin û ew ê dev ji gilîkariya xwe bernedin.